KCDK-E: Em destekê bidin namzetên ku di hilbijartinên PE'yê de li rex gelê Kurd in

KCDK-E'yê bang li her kesên ku di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de deng bi kar bînin kir ku piştgiriyê bidin namzetên alîgirê mafên mirovan, demokrasiyê û gelê Kurd.

Ji 6 heta 9'ê Hezîranê wê li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê bên kirin. Ji bo hilbijartinên ku wê 720 endamên Parlamenta Ewropayê bên hilbijartin, wê 360 mîlyon hilbijêrên Ewropayê biçin ser sindoqan.

KCDK-E’yê beriya hilbijartinan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku berfirehbûna rastgiriya tund li gelemperiya Ewropayê bandoreke girîng li hilbijartinên PE'yê kiriye û got, "Xeterî heye ku rastgiriya tund, ku hejmara wan a li Parlamenta Ewropayê zêde bibe, bi taybetî di polîtîkaya koçberiyê de gelek mafên hatine bidestxistin bisînor bike û bi pêkanînên nû re Ewropayê bixe nava pêvajoyeke krîzê de."

KCDK-E’yê, destnîşan kir ku hilbijartinên PE'yê gelê Kurdistanê rasterast eleqedar dike û wiha pê de çû: "Rastiya ku Parlamentoya Ewropayê (PE) hem di warê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo de û hem jî li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li dijî têkoşîna me roleke girîng dilîze. Ji ber vê divê em helwesta xwe nîşan bidin.

Rastiyek e ku Konseya Ewropa û CPT’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi rola xwe ranabin û heta bi bêdengiya xwe ji bo domandina vê tecrîdê dibine amûr.

Her wiha di aliyê ragihandina gotina me ji raya giştî re û nerazîbûna demokratîk a li dijî tecrîdê, girîng e ku em piştgiriyê bidin namzetên ku di van hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de li cem têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd cih digrin.

Weke KCDK-E’yê em bang li her kesî dikin ku ji bo di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de têkoşîna gelê Kurd bînin rojeva raya giştî, destekê bidin namzetên demokrat ên dostên Kurdan. Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ne biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin."