NÛ BÛ

KCDK-E: Ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê seferber bibin!

KCDK-E’ê li dijî êrîşên topyekûn û xiyaneta hevkar ji bo çalakiyên di navbera 12-20’ê Tîrmehê banga berxwedana topyekûn kir û got, “Li derveyî welat li her derê ku em lê bin di nava çalakiyan de bin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’ê de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe yê li derveyî welat û dostên wan dikin ku bi awayekî girseyî ji bo çalakiyên di navbera 12-20’ê Tîrmehê de bên lidarxistin, seferber bibin û li dijî êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê qadan tijî bikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em ê ji bo parastina Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a qirker û xiyaneta hevkar di navbera 12-20’ê Tîrmehê de li her derê di çalakiyan de bin.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bêyî navber êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqê yên li ser Şengal, Rojava, Başûr û bi taybetî li dijî herêmên gerîla didomîne. Ev êrîşên ku ji bo tunekirina hemû destkeftiyên têkoşîna azadiya Kurd in, bi armanca îmhakirinê ne. Dewleta Tirk a qirker û artêşa wî ya dagirker bi hedefgirtina hemû tiştên Kurdîtî, dixwaze bi ser bikeve. Ji bo vê yekê qadên jiyanê, ax, daristan, heywan; bi eşkere her tişt di hedefê de ye.

Divê em li dijî dewleta Tirk a qirker ku gundên Kurdistanê vala dike, ji bo pêkanîna komkujiya Kurdan çeteyên DAÎŞ’ê bi kar tîne, ji bo fînansekirina şerê qirêj ku bi trîlyonan tê xerckirin, krîze diavêje ser pişta gelê xîzan, bi şewitandina daristanan qirkirina xwezayê pêk tîne û dagirkerî û îlhaqê hedef dike, bi ruhê yekîtiyê seferber bibin.

Êrîşên zêde ku rastî pêvajoya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat, bi armanca qirkirinê ye. Li dijî van êrîşan erka me ya sereke ew e ku weke berxwedana 14’ê Tîrmehê rabin û Kurdistanê biparêzin.”

Berxwedana 14’ê Tîrmehê di şexsê Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de ji bo gelê Kurd roja rûmeta neteweyî ye. Ew li dijî dewleta Tirk a mêtînger û tifaqên wî yên xiyanetê ku gelê Kurd xistin nava qirkirinê, bûn sembolên vejîn û serketinê.

42 salên derbasbûyî têkoşîna azadiyê bi agirê ku wan pêxistin, mezin kir. Îro mirovahiya cihanê li dora hêviyên ku pêtên vê agira ku di laşan de hat pêxistin, kom dibin û xwedî li Rêber Apo derdikevin.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceya Îmraliyê, pêşengiyê ji têkoşînê re dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dike.

Dema ku em dikevin sala 43’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê bi vê baweriyê teqez e ku têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi ser bikeve.

Bi vê wesîleyê em KCDK-E bang li gelê xwe yê li derveyî welat û dostên wan dikin ku bi awayekî girseyî ji bo çalakiyên di navbera 12-20’ê Tîrmehê de bên lidarxistin, seferber bibin û li dijî êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê qadan tijî bikin.”

PLANSAZIYA ÇALAKIYAN

Swîsre (çalakiya navendî)

Zurich

Helvetiplatz

13.07.2025

Saet:15:00

ALMANYA

Berlin

13.08.24

Saet. 18.00

Cih: Oranienplatz. Berlin

Darmstadt

13.07.24

Saet: 16.00

Cih: Luisenplatz Darmstadt

München

12.07.24

Saet: 18.00

Cih: Sendlinger str.8 München

Köln

13.07.24

Saet: 15.00

Cih: Köln HBF

Bielefeld

13.07.24

Saet 14.00

Cih: Jahnplatz Bielefeld

Bremen

Cih: HBF Bremen

13.07.2024

Saet:17:00

Ludwigsburg /Stuttgart

13.07.24

Saet.17.00

Cih: Bahnhof Ludwigsburg.

Emmerich

Stand info

13.07.24

AVUSTURYA

Wien

Cih: Parlement 1010 Wein

13.07.2024

Saet: 18:30

Linz

Cih: Landstr. 43, Linz

14.07.2024

Saet: 17:00

KANADA

Toronto

Cih: 1 Dundas St E Toronto ON

M5B 2R8 Canada

14.07.2024

Saet: 19:00

BELÇİKA

Brüksel

Cih: Av. Franklin Roosevelt 228

1050 Bruxelles

17.07.2024

Saet: 14:00

FRANSA

Creil

Pêşiya garê

14..07.2024

Saet: 17:00

Drancy

Meşa ji komeleyê heta şaredariyê

12.07.2024

Saet:19:00

Reims

Pêşiya garê

13.07.2024

Saet:18:00

Normandiya, Agora

14.07.2024

Saet: 16:00

İSVEÇ

Cih: Stora Torget Karlstad

20.07.2024

Saet: 13:00

Stockholm

Norrabantorget/Normalstorg

20.07.2024