KCDK-E: Divê em beşdarî meşa 17’ê Sibatê bibin, tecrîdê bişkînin
KCDK-E’yê ji bo Meşa Mezin a li Kolnê ku 17’ê Sibatê wê were lidarxistin, bang kir û got: “Divê em beşdarî meşê bibin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
KCDK-E’yê ji bo Meşa Mezin a li Kolnê ku 17’ê Sibatê wê were lidarxistin, bang kir û got: “Divê em beşdarî meşê bibin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, peyamek weşand.
Peyama KCDK-E’yê bi vî rengî ye:
“Kurdistanî û dostên wan ji bo meşa 17'ê Sibatê ya Navenda Ewropayê ya Kolnê li her derê li ber xwe didin û li ser piyan in.
Pêngava azadkirina Rêber Apo ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li zêdetirî 100 navendên cîhanê destpê kir, her ku diçe mezin dibe û digihîje asta herî bilind. Berdewamiya pêngavê meşa li navenda Ewropayê ye ku wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê pêk were.
Dawî li 25 salên tecrîd, êşkence û bêhiqûqiyê bînin! Meşa ji Rêber Apo re çend roj man.
Em bi hemû meclîs, komîsyon, komun, dost û hevalên xwe re ji bo azadiya Rêbertiya xwe bi rêxistinbûyîn cihê xwe di meşê de digirin. Em ê bi girseyî biherikin Kolnê.
Em bang li her kesî dikin ku tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.
Hemû meclîsên me rewşa awarte ragihandine û girani dane li ser vê mijarê. Divê li hemû welatan meclîs, pêkhate û avahiyên me yên komunan bi lez û bez kar û xebatê xwe bigihînin asta herî bilind. Bi taybetî di navbera 1-17’ê Sibatê de hemû xebat û çalakiyên heremê bidin sekinandin û bi hişmendiya ku xebata sereke çalakiya 17’ê Sibatê ye tevbigerin.
Azadiya Rêbertî ji bo me nirxa bingehîn e. Werin em bi vê bawerî û îradeya xwe li ser meşa Navenda Ewropa ya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bisekinin. Werin em li qadan bin heta ku em Rêbertiya xwe azad bikin.
Divê em di serdema nû de bi zêdekirina heval û dostên xwe ji bo qelskirina dijminên xwe bêhtir bixebitin. Bi vê bawerî û biryarê em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe yê welatparêz, jin, zarok, extiyar û ciwan û hemû gel û dostên xwe dikin ku bi girsehî beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bin.”