KCDK-E: Di cejna Noelê de dewleta Tirk bê sînor êrîş dike
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê cejna Noelê ya Alema Xiristiyanan pîroz kir û bal kişand ku dewleta Tirk di cejna Noelê ya roja pîroz a baweriya Xiristiyanan de, bê perwa êrîş dike.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê cejna Noelê ya Alema Xiristiyanan pîroz kir û bal kişand ku dewleta Tirk di cejna Noelê ya roja pîroz a baweriya Xiristiyanan de, bê perwa êrîş dike.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê Cejna Noelê ya cejna pîroz a baweriya Xiristiyanan pîroz kir.
KCDK-E’yê ev got: “Bi hêviya ku Cejna Noelê di nava gelan û baweriyan de bibe sedema aramî û aştiyê. Hêvîdarîn ku aramî û aştiyê j ibo gelê me yê Xiristiyan ên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn bîne.
Yek ji sedemê esasî ku dewleta Tirk a dagirker û qirker êrîşî erdnîgariya Kurdistanê dike modela hevpar a bi hev re wekhev-azad gel û bawerî bi hev re dijî ye. Tê zanîn ku her kes ji êrîşên dewleta tirk a li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn dijîn zirarê dibîne. Lê herî zêde gelên Xiristiyan û xwedî baweriyên cihê zirarê dibînin. Dewleta Tirk di cejna Noelê ya roja pîroz a baweriya Xiristiyanan de, bê perwa êrîş dike.
Em KCDK-E di serî de cejna Noelê ya alema Xiristiyanan pîroz dikin, bi hêviya ku di nava gelan û baweriyan de bibe wesîleya aramî û aştiyê.”