KCDK-E bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker bîne

Koordînasyona KCDK-E: “Em Kurdên li Ewropa û dostên wan em bang li PDK’ê dikin ku dawî li hevkariya xwe ya bi TC’ê re bîne û têkildarî koma gerîla ya agahî ji wan nayê girtin jî daxuyaniyeke pêbawer bide.''

KCDK-E têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya wê ya derbarê rewşa koma gerîla yên li herêma gundê Xelîfanê agahî ji wan nayê girtin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KCDK-E ev bang hat kirin: ''Em Kurdên li Ewropa dijîn û dostên wan em bang li PDK’ê dikin ku dawî li hevkariya xwe ya bi TC’ê re bîne û têkildarî koma gerîla ya agahî ji wan nayê girtin jî daxuyaniyeke  pêbawer bide. Heya ku PDK daxuyaniyeke ku mirov qanih bike nede, wê di hemû çalakî û xebatên me de, nêzîkatiyên me ya li hemberî PDK’ê  her tim rexnegir be, em ê li her derê û her cihî pêvajoyeke teşhîrkirinê bidin destpêkirin.”