KCDK-E 8’ê Adarê li jinan pîroz kir

KCDK-E 8’ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî li hemû jinên cîhanê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
KCDK-E 8’ê Adarê di serî de li jinên Kurdistanî ku li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistan ji bo jiyaneke azad her tiştî dide ber çavan û bi lehengî têkoşîn dike û hemû jinên li cîhanê pêşengtiya berxwedanê dike pîroz kir.

KCDK-E diyar kir ku jinên ku li dijî bêmafiyê têdikoşin, bi hişmendiya ku civaka bi rêxistinkirî kapitalîzim ji hemû xirabî, şer û pirsgirêkên nexweşiyên hildiberîne berpirs e, pêşengtiyê ji têkoşîna azadiya mirovahiyê re dike.

Hêzên navneteweyî yên ku gelan û civakan li beramberî hev radikin, çand û nasnameya baweriyê qebûl nake, dîsa rejîmên ku zayendperestiyê sor dikin, bi tundî êrîş dikin. Dîktatorê faşîst ê qirker dijminê jinan Erdogan yek ji van e. Bi ferzkirina yekparêzî û jiyaneke zayendperestiyê ferz dike, dixwaze bi zextê û zilmê her kesê li ber xwe dide tine bike.

8’ê Adarê berxwedan û têkoşîna jinê ya herî mezin a belavî hemû demê bûye. 8’ê Adarê bi têkoşîna bi rûmet a jinên Bakur û Rojhilatê Sûrtiyeyê ku bi lehengî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov gihiştiye lûtkeyê û mezin bûye.

Em KCDK-E diyar dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku jin di nav de cih digire û pêşengtiyê jê re dike, wê mirovahiyê rizgar bike û bigihîne serketinê. Dîroka mirovahiyê bi guherîn û veguherînên ku jinê di nava civakê de avakirî tije ye.

Kapitalîzim dikuje, jin dide jiyîn. Jin yekan e rêya serketinê ya jiyana di xeteriyê de, dîsa jiyana ku bi şer, qetlîam, kuştin, hejarî û li dijî her cûre zextê rizgarî ye.

Bi ketina 8’ê Adarê re yên bi qasî ji jiyanê hes dikin ku di oxira wê de can dibexşînin û tevlî têkoşîna jinê ya bilind dibe, bibin û bigihînin lûtkeyê.

Leyla Qasiman, Zîlanan, Arîn Mîrkanan, Besêyan, Asiye Yukselan û Dayika Teybet a bûne sembûlên berxwedanê, bûne sembûla berxwedana jinê ya civakî û 8’ê Adarê.

Em KCDK-E di şexsê hemû jinên ji bo jiyana azad têdikoşin 8’ê A darê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin, bang dikin ku ji bo jiyanek azad û ji bo cîhaneke hemû hejar bikarin bi hev re bijîn, vedixwînin qadên têkoşînê.”