KCÊ-E'yê ji bo meş û mîtînga li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir

KCÊ-E'yê ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo xweseriya Şengalê bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku 15'ê Sibatê bi rengekî girseyî beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî meş û mîtînga 15'ê Sibatê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê daxuyaniyek da ku wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bilêvkirina daxwaza azadiyê ya Rêber Apo bê lidarxistin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd a li dijî mêtingerî û dagirkeriyê ew ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne, bawerî û hêviya serketinê ji her demê mezintir e.

KCÊ-E'yê diyar kir ku di encama têkoşîna gelê Kurd û dostên gelê Kurd de tecrîda li ser Rêber Apo kete rojeva raya giştî ya cîhanê, lewma dewleta Tirk neçar ma ku destûra hevdîtinê bide ku destpêkê Omer Ocalan, piştre jî heyetek ji DEM Partiyê serdana Îmraliyê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama hewldanên du salên dawî yên dost û hogirên gelê Kurd de encamên girîng hatin afirandin, ji bo Rêber Apo mafê hêviyê ketiye rojevê.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi meş û mîtînga 15'ê Sibata 2025'an a li bajarê Strasbourg ê Fransayê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê ew bi mezinbûn û bandora xwe ya xurt, 'Roja Reş' a 15'ê Sibatê bikin bingeha rojên xweş û geş.

KCÊ-E'yê got, "Bi vê hêvî û armancê em dibêjin; ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkên bi rêyên hiqûqî û siyasî roj roja xîretê ye."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Ji bo civaka me ya Êzidî tifaq û hevgirtin berpirsyariyeke pîroz e. Bi vê wesîleyê jin, mêr, ciwan, kal, zarok, her kesên bi rûmet û şeref, bi eşq û evîna Derwêşê Evdî, bi hêviya serketinê biherikin qada meş û mîtînga li Strasbourgê.

Em nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku hem ji bo aştiyeke bi rûmet hem jî ji bo berxwedaneke bi heybet amade ne. Ji bo azadiya Ocalan, ji bo xweseriya demokratîk a Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Êzidxana Azad û Şengala Demokratîk, ji bo Rojhilata Navîn a Konfederal û Demokratîk em bibin yek dil, yek deng, yek hest û yek helwest."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"15'ê Sibatê weke civaka Êzidî û neteweya Kurd em bi reng, cil û bergên xwe, mil bi mil, dil bi dil li Strasbourgê bin. Werin em bi hev re ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê biqîrin."