Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de bi navê hemû sazî û pêkhateyên civaka Êzidî ya li Ewropayê qirkirina 3'ê Tebaxê ya li Şengalê hate kirin, bi tundî hate şermezarkirin û cangoriyên fermanê bi rêzdarî hatin bîranîn.
KCÊ-E'yê got, "Li ser fermana Şengalê re 10 sal derbas bûn û hîn jî Şengal birîndar e û birînên wê ne hatine dermankirin. Bi hezara mirovên bêguneh, dayik, keç û zarok çarenûsa wan hîn jî nediyar e."
'ŞENGAL DI BIN DORPÊÇEKE GIRAN DE YE'
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şengal di bin dorpêçeke giran de ye, ambargoya ji aliyê PDK'ê ve bi salan hatiye destpêkirin dewam dike û hate gotin, "Êrişên dewleta Tirk ê dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê kurd bi hevkariya KDP û hikumeta Iraqê bi hemû dijwariya xwe dewam dikin.
Di warê navneteweyî de, ji ber berjewendiyên navdewletî, li dijî êrişên pir alî yên dewleta Tirk bê helwestî û bê dengiyek heye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP ji vê rewşa aloz sûd digire û her roj bombeyan li ser serê civaka Êzidî û gelê herêmê dibarîne."
'TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ XELKÊ ME JI KAMPÊN BAŞÛR VEDIGERIN XAKA PÎROZ ŞENGALÊ'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Armanca dewleta Tirk a qirker ew e ku bi hezaran kesên ji xaka xwe dûr ketine û li welatê xwe bûne penaber hêviyên wan bişikîne û yê vegeriyane Şengalê jî di nava wan de tirs û xofê biafirîne. Lê tevî hemû êrîş û astengiya jî, civaka me yê li kampên başûr diminîn, ref bi ref vedigerin ser xaka pîroz Şengalê û ji nû ve cih û warên xwe şên dikin.
Di encama tekoşîna 10 salan de, tevî ku siyaseta qirkirinê û koçberiyê jî, bersiva civaka me bi pêşengtiya jin û ciwanên Êzidî pergala jiyaneke nû û bi rûmet tê afirandin. Civaka Êzidî li gorî pêwistiya di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî, rêveberiyê xwecihî û hwd. xwe bi rêxistin dike û bi biryardarî ji bo parastina nirxên olî û çandî li hemberî hemû astengiya li ber xwe dide.
GAVÊN KU JI BO ARAMIYA ŞENGALÊ BÊNE AVÊTIN
Lê, ji bo ku civaka Êzidî karibe di nava aramiyê de bijî û Şengal ji nû ve were avakirin, divê berî her tiştî êrişên dewleta Tirk werin rawestandin û qada ezmanî bê girtin.
Di warê navneteweyî de, fermana Şengalê her çiqas ji aliyê gelek dewleta ve wek Jenosid hatibe qebûl kirin jî, lê pêwiste ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve fermî were naskirin û hin gavên ber bi çav bêne avêtin.
Her wiha di serî de hikumeta navendî û ya herêmê eger bixwazin bi civaka Êzidî re li hev werin û xwe ji rû reşiya fermana 3'ê Tebaxê azad bikin, divê lêborîna xwe ji civaka Êzidî bixwazin.
Dîsa peymana 9'ê Cotmehê were rawestandin, li ser bingeha nerazîbûnên Êzidiyên li Şengalê û Êzidiyên li derveyî welat ev peyman ji nû were nirxandin. Divê statuya Şengalê were naskirin û ji bo avakirina Ṣengalê erkên xwe bi cih bînin.
Wekî din, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ ê pêwîste dadgeheke navneteweyî were avakirin û dozê li hin welatên wek Elmanyayê hatinê vekirin, li ser esasê kiryarê dijî mirovahiyê pêk hatine bêne dadgehkirin.
Dîsa ji her kesî bêhtir civaka Êzidî jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend û hemû beşên civakê li ku derê dibe bila bibe erkê her Êzidiyekî ye ji bo parastin û xweseriya Ṣengalê bixebite û lê xwedî derkeve.
Em jî wek sazî û pêkhateyê civaka Êzidî li qada Ewropayê erkê me yê sereke ew e ku em hemû derfetê xwe ji bo naskirin, parastin û avakirina Êzdixanê bi kar bînin.
Li ser vî esasî, em wek sazî û pêkhateyê civaka Êzidî girtiyê didin bangawaziya alikariyê ji bo 'Kolandina Bîrê Avê li Sengalê' ku bi pêşengtiya SMJÊ (Sîwana Meclisên Jinên Êzidî ) û NAV-YEKê (Navenda Yekitîya Komelên Êzdiya) hatiye destpêkirin xwe erkdar dibînin.
Her wiha em bang li civaka Êzidî, saziyê civaka Êzidî, gelê kurd û dostên civaka me dikin, ku ji bo salvegera fermana 3ê Tebaxê li gelek navendên Ewropa û bi taybetî li Almanya bajarê Berlin, Hannover, Düsseldorf û hemû navendê ku çalakî lê têne lidarxistin, bi hemû hêza xwe tevlî bibin."