Kartal: Dewleta Tirk li ber têkçûnê ye

Li Evryê ji bo piştgiriya HDP’ê li ser hilbijartina herêmî civîneke gel hate lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civînê de axivî û got ku “Dewleta Tirk li ber qedandinê ye. Bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin.”

Li Evryê ya ku banlîyoya Parîsê ya Fransayê ye ji bo piştgiriya HDP’ê civîneke gel hate lidarxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, parlementerê berê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman, siyasetmedarê Kurd Firat Eleşkîrt jî tevlî civînê bûn.

Siyasetmedarê Kurd, Firat Eleşkîrt di destpêkirina bernameyê de axivî û got ku “Li bajarên wekî Qers, Agirî, Mûş û Erziromê em bi pêş ve biçin, em dikarin bi ser bikevin.”

KARTAL: DEWLETA TIRK BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIÇE

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku li pêş wan hilbijartinek heye û got ku “Ev bi tenê ne hilbijartin e, di heman demê de şer e jî. Mesele ne ya AKP û MHP’êye. Meseleya wan ev e ku têkevin pêşiya siyaseta gelê Kurd. Gelê Kurd jî hay ji vê yekê heye. Rêbertî li ber xwe dide, Efrîn li ber xwe dide û gerîlla li ber xwe dide. Tirkiye ber bi hilweşandinê ve diçe. Deynê Tirkiyeyê yê îsal 337 milyar dolar e. Dewlet hemû budçeya xwe bide ser hev jî nikare faîza wê bide.  Dewleta Tirk ji 24 ji sedî pereyan bi faîzê distîne û bi 13 ji sedî jî dide gel. Heta hilbijartinê wisa wê bikin. Divê her kes bizanibe ku Tirkiye êdî nikare bi vê budçeyê şer bidomîne. Di vê hilbijartinê de, hedefa me ev e ku em wan hilweşînin. Tenê tirs di destê wan de maye.”

Kartal di dûmahîka axaftina xwe de banga xwedîlêderketina li grevên birçîbûnê kir.