Kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ didome

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) par di 25’ê Mijdarê de kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dabû destpêkirin. Kampanya li Swêdê bênavber didome.

Meclîsa Jinan a Amarayê û Yekîtiya Jinan a Sarayê ji bo darizandina serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan komkirina îmzeyan didomîne.  Siyasetmedar û parêzvanên mafên jinan jî axaftina xwe dikin vîdeo û li ser medyaya dîjîtal belav dikin.

SVENNELÎG: DIVÊ ETÎKETA TERORÊ YA LI SER PKK’Ê WERE RAKIRIN

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svenneling diyar kir ku Erdogan ji bo têkbirina têkoşîna gelê Kurd etîketa terorîstbûnê bi PKK’ê ve kiriye û got, “Yekîtiya Ewropayê û Swêdê PKK xistine lîsteya rêxistina terorê. Divê ev tişt were bidawîkirin. Em Partiya Çep bi eşkere dibêjin divê etîketa terorê ya li ser PKK’ê were rakirin.

MORCK: NABE KU NÛNERÊN GEL JI PEYWIRÊ WERIN STENDIN

Endama Meclîsa Şaredariya Ûppsalayê Hanna Vîctorîa Morck jî diyar kir nabe ku parlementer û şaredarên ku gel hilbijartiye ji peywirê werin stendin.

Yek ji rêvebera rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger Elîsabeth Nîlesol jî diyar kir ku Erdogan ji ber şîddeta wî ya li ser jinên Kurd divê were darizandin.

Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû jî diyar kir ku salên borî ew çend caran çûye Kurdistan û Tirkiyeyê û got, “Li ser siyasetmedarên jin ên Kurd tacîza zayendî tê kirin û ji ber ku demokrasiyê dixwazin tên gritin. Divê tacîza zayendî û êşkence bi dawî bibe.”

 

RISSAM: DIVÊ KURD Û LGBTÎ JI BER ZEXTAN ERDOGAN BIDARIZÎNIN

Alîkarê Serokê Bajêrê Ûppsala ya Partiya Çep Per-Markûs Risman diyar kir ku ji bo darizandina Erdogan gelek sedem hene, lê belê ew endamekî LGBTÎ dixwaze ji ber zext û êrîşên li ser HDP ya ku mafên Kurd û yekeyên LGBTÎ diparêze bê darizandin.

MONÎCA: JI BER ZEXTÊN LI SER HDP’Ê DIVÊ BÊ DARIZANDIN

Monîca ya ku weke nûnera Partiya Çep di şaredariya herêmê ya Rînkeby-Kista ya bajarê Stockholmê de cih digre, daxwaz kir ku ji ber zext û êrîşên li ser HDP’ê divê Erdogan bê darizandin.

DÛRSO: JI BER QIRKIRINA JINAN DIVÊ BÊ DARIZANDIN

Endamê Meclisa Şaredariya Ûpssala Alaxandra Dûrso jî diyar kir ku divê Erdogan ji ber qetlîamê û qirkirinên jinan were darizandin.

LILJA: BI ÊRÎŞKIRINA LI SER GELÊ SIVÎL SÛC DIKE

Seroka Bajarê Karlskoga ya Partiya Çep Anna Lilja diyar kir ku Erdogan rêxistinên mafên jinan diparêze weke terorîst bi nav dike û heman demê de sûcên giran û hiqûqê binpê dike, bi êrîşên li ser gelê sivîl sûc dike.

BANGA JI BO XURTKIRINA KAMPANYAYÊ

Rêxistinên jinan ên li Swêdê xebatê bi rê ve dibin bang li Kurdistaniyan kirin ku kampanyaya, “100 sedem ji bo darizandina dîktator” ku 25’ê Mijdarê ji aliyê Tevgera Jinan a Kurdên Ewropayê (TJK-E) ve hatî despêkiri, geştir bikin.

Rêxistinan bibîrxistin ku wê kampanya hetanî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dom bike û xwestin ku ji bo Kurdistanî û dostên wan ên li her aliyên Swêdê îmze bikin û xebat bê mezinkirin.