Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ li gelek welatan didome-NÛ BÛ

Kampanyaya ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bikin hatibû destpêkirin li gelek welatan didome.

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya 1’ê Mijdarê hatibû destpêkirin li paytexta Swîsre Bernê bi pêşengtiya aktivîstên Meclîsa Jinan a Mizgîn û Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr a Bernê standa agahdarkirinê hate danîn.

Di çalakiyê de tevahî rojê belavokên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike hatin belavkirin.

HÎLDESHEÎM

Bi heman armancê li Hîdesheîm a Elmanyayê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Mîtînga ku Tev-Çandê organîze kir, NCKD Hîldeshîm, Komuna Jinan a Meryem û Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo ya Slagîtterê jî desek kir. Mîtînga ku saet 17:00’an li Qada Angoûleme destpê kir saetekê dom kir.

DÛÎSBÛRG

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart û afîş hatin daliqandin.

DUSELDORF

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dusseldorfê li gelek cihan afîş û pankart daliqandin. Ciwanan bi deriyê Sefaretxaneya Tirk ve jî pankart daliqand.

BENSHEÎM 

Jinên ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bensheîm a Elmanyayê li gara tren û navenda bajar saet 17:30'î çalakiyek kirin. Di çalakiyê de ciwanan li ser pirekê pankart daliqand.