Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ên li bajarên cuda yên Ewropayê li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de ne piştî serdanên li Berlîn û Brûkselê û şûnde serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ne kirin.
Ji Koordînasyona Ewropa ya Endamên SKB’ê yên li Strasboûrgê li gel Dîlek Ocalan û Nûrgûl Başaran hevdîtin kirin Zeyneb Dîren anî ziman ku bi dawîkirina tecrîdê re wê tecrîda li ser gelê Kurd jî bi dawî bibe. Dîren bal kişand ser têkoşîna jinê û got: “Em rê nadin faşîzmê.
Li ser navê Çalakvanan Nûlgûn Başaran axivî û anî ziman ku ev berxwedan di serî de têkoşîna Kurdan, Ereb, Sûryan, Çerkez û hemû gelan e. Başaran anî ziman ku niha li Zindanan 7 hezar girtî li ber xwe didin û got: “Li hundir bi deh hezaran kes di grevê de ne, ev artêş e. Artêşa berxwedanê ye.
Tevahiya rojê serdanên ji bo berxwedêrên li Strasboûrgê kêm nebû. Bi dehan Kurdistaniyên ji deverên cuda hetin serdana çalakvanan kirin. Li gel Kurdistaniyên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê hatin, gelek Kurdistaniyên di greva birçîbûnê ya ev 3 roj in li pêşiya Parlementoya Ewropayê (PE) de bûn jî serdana çalakvanan kirin.