Jinên Elewî betalkirina doza komkujiya Sêwasê protesto kirin
Rêxistinên Jinên Elewî ku li ber Sefaretxaneya Tirk a Londonê li hev civiyan betalkirina doza Komkujiya Sêwasê protesto kirin û çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê.
Rêxistinên Jinên Elewî ku li ber Sefaretxaneya Tirk a Londonê li hev civiyan betalkirina doza Komkujiya Sêwasê protesto kirin û çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê.
Jinên Elewî ku li ser banga Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Elewiyan a Îngilîstanê li ber Sefaretxaneta Tirk a Londonê li hev civiyan, betalkirina Komkujiya Sêwasê proteso kirin.
Di çalakiyê de ku jinên girêdayî rêxistinên Elewiyan piştgirî dan, dirûşmeyên “Heta ku em nebêjin qediya naqede”, “Roj wê bê AKP wê hesabê bide gel” û “Ronahiya Sêwasê wê venemire” hatin berzkirin.
Sevgî Saritaş ku li ber sefaretxaneyê daxuyanî da, diyar kir ku Komkujiya Madimakê beriya her tiştî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Di sûcên li dijî mirovahiyê de bihurîna demê nabe. Efûkirina sûcên li dijî mirovahiyê ne pêkan e.”
Piştî daxuyaniyê jinan çelenga reş danîn li ber deriya avahiya sefaretxaneyê. Hevseroka Federasyona Elewiyan a Îngilîstanê (BAF) Dîlek Încedal jî li ber deriyê sefaretxaneyê daxuyanî da û wiha got: “Hemû yekineyên dewletê berpirsyarê vê komkujiyê ne. Em civaka Elewî û gel tu carî vê komkujiyê efû nekin. Em ê hesabê vê bixwazin. Heta ku hesab ji berpirsyarên vê komkujiyê neye xwestin wê ev komkujî berdewam bikin. Ji ber vê yekê em ê teqez hesab bixwazin û wê ronahiya Sêwasê venemire.”
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.