Jinek bû sekretera giştî ya mezintirîn sendîkaya karkeran a Fransayê

Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) di nava grevên giştî de kongreya xwe ya 53'yemîn lidar xist. Ji bo sekreteriya giştî ya sendîkayê jî yekemcar jinek hate hilbijartin.

Berpirsyara Xebatkarên Kadro yên Sendîkayê Sophie Binet di kongreya 53'yemîn de ji bo sekreteriya giştî hate hilbijartin.

Di rabirdûya 128 salan a sendîkayê de ara yekê ye ku jinek dibe sekretera giştî.

Ji bo diyarkirina namzeta/ê li şûna Philippe Martinez, bi saetan nîqaş hatek irin. Destpêkê li ser du jin ên favorî Marie Buisson û Celine Verzeletti nîqaş hatin meşandin, lê bi ser neket.

Hezar delege tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de ku tevahiya şevê dewam kir, rewşa xitimanî sibeha Înê çareser bû.

Şêwirmenda perwerdeya bingehîn Sophie Binet a sala 1982'an ji dayik bû, sekreteriya giştî ya yekîtiya endezyar, kadro û teknîsiyenan dikir.

Konfederasyona Karê Giştî sala 1895'an li bajarê Limogesê ava bû. CGT ku nêzî Partiya Komunîst e, yek ji pênc konfederasyonên sendîkayî ye. Sala 2017'an 653 hezar û 222 karker li CGT qeydkirî bû. Lewma CGT mezintirîn sendîkaya li Fransayê bû. Di navbera salên 1945 û 1946'an de 5 milyon endamên sendîkaya CGT hebûn. Bi Şerê Sar re mîna li tevahiya cîhanê li Fransayê jî hêzên sendîkayê parçe bûn. CGT di dema Şerê Cezayîrê yê salên 1950'î de mafê raperînê yê gelê Cezayîrê diparast, xwe da aliyê aştiyê û serxwebûna Cezayîrê.