Jinan xwest Erdogan were darizandin

Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” de, li paytexta Swêdê Stockholmê, Basel a Swîsreyê û Freîbûrg a Elmanyayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) 25’ê Mijdarê kampanyaya “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi pêşengiya jinan îro li bajarên cuda yên Ewrûpa çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

STOCKHOLM

Di çarçoveya kampanyaya ku hefteya berê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) dayî destpêkirin a “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” de, li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Çalakiya ku Meclîsa Jin a Amara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê organîze kirî, li Qada Sergelstorgê di seat 15:00’an de dest pê kir.

Di çalakiyê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kuştin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Çalakiya ku seatekê dom kirî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Di çarçoveya heman kampanyayê de li Freîbûrg a Elmayayê jî çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Meşa ku Meclîsa Jin a Nûda bi komên Çepgir ên Elman re organîze kirî de, zextên li ser girtiyan jî hatin şermazarkirin.

Di meşa ku hetanî seatên êvarî dom kirî de, ji bo kampanyaya “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” ji gelek kesan îmze hatin komkirin.

BASEL

Di çarçoveya kampanyaya ku hefteya berê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) dayî destpêkirin a “Ji bo darizandina desthilat 100 sedem” de, li bajarê Swîsryê Baselê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin.

Di mitînga li qada Theaterplatzê hatî lidarxistin de, bi tevlîbûna jinên ji saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî pêk hat. Jinan kujerên jinan ên ji aliyê desthilata Erdogan ve tê parastin jî şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Besta ya Swîsreyê Hevserok Sîna Deîss, li ser navê SKB’ê Gulderen Sevîm, li ser navê Meclîsa Jinan a Swîsreyê ya SYKP’ê Seyhan Karataş û li ser navê FEDA Songul Çelî axivîn.

Di meşa ku bi alên TJK-E’yê du seatan li nava bajêr dom kirî de xwestin ku Erdogan ê desthilat were darizandin.

Piştî meşê girse gehişte qada Dreîrosenbrûckee yê. Di axaftinên li vir hatîn kirin de, hate diyarkirin ku hetanî Erdoganê ku bûyî sedemê qetilkirina jin û zarokan neyê darizandin wê çalakiyên xwe dom bikin. Her wiha ji bo piştgiriya kampanyayê jî bang hate kirin. Jinên Polonyayî diyar kirin ku wê piştgiriya ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî yasaya kurtajê ya jinan ragihandin.

Piştî axaftinên hatîn kirin çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.