BI DÎMEN

Jinan li Zurîhê qert ji Îmraliyê re şandin

Li Zurîhê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgrêka Kurd çareseriya siyasî” qert ji Îmraliyê re şandin.

Li Kantona Zurîhê ya Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrtîan ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Bi dehan jin li ber postexaneya Zurîhê hatin ba hev û qertên li ser hestên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandîbûn, şandin Girtîgeha Îmraliyê.

Beriya çalakiyê Dayikên Aştiyê li ber postexaneyê daxuyanî da û gotin: “Azadiya Rêbertiya me, azadiya gelê Kurd e. Em bang li her kesê ku alîgirê azadî û aştiyêne dikin ku xwedî li pêngavê derkevin.”