Jinan li Rennes û Hannoverê çalakî kirin
Li bajarê Rennes ê Fransa û Hannover ê Elmanyayê jinên Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re çalakî kirin.
Li bajarê Rennes ê Fransa û Hannover ê Elmanyayê jinên Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re çalakî kirin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê Komeleya Jinan a Zîn, Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi hevpar ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin. di çalakiyê de şehîdên ji bo şikandina tecrîdê canê xwe bexşandine jî hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.
HANNOVER
Bi heman armancê li bajarê Hannover ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê jî li pêşiya HBF Hannover çalakî kirin. Polîsan destûr kirin hincet û rê nedan ku kon bên vedan. Her wiha vekirina pankart û wêneyan jî hate astengkirin.
Li ser vê rewşê çalakvanan bi girtina devê xwe bêdengiya Ewropa protesto kirin.