BI DÎMEN

Jinan ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin: Komkujiyan ronî bikin

Jinên Kurd ên li banliyoyên Evry û Drancy yên Parisê ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re hezar name şandin û xwestin komkujiyên Parisê bên ronîkirin.

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) yên li banliyoyên Evry û Drancy yên paytexta Fransa Parîsê, ji bo ronîkirina komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’yê Kanûna 2022’yan li Parisê hatin kirin, hezar name ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re şandin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Zîn û Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan hezar nameyên îmze kirin, ji wezaretê re şandin. Di nameyan de ji Wezareta Edaletê ya Fransayê hat xwestin ku komkujiyên dewleta Tirk ên di 9'ê Çileya 2013'an û 22'ê Kanûna 2022’yan de pêk anîne ronî bike. Jinan daxwaza rakirina biryara nepenî ya li ser her du dozan kirin û xwestin kujer bên darizandin.

Jinan destnîşan kirin ku heta komkujî bên ronîkirin ew ê têbikoşin û banga hestyariyê li raya giştî kirin.