Ji xeynî Îspanya û Portekîzê sînorên di nav YE’yê de hate rakirin

Ji ber koronavîrusê çûn û hatina di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de hatibû sekinandin. Ji îşev û wê de ew ê ji xeynî Îspanya û Portekîzê çûn û hatin were destpêkirin.

Ji îşev û şûnde gelek welatên endam di navbera xwe de deriyên xwe yên sînor vekirin. Welatên di Herêma Schengenê de yên wekî Swêdê jî wê li gorî vê biryara YE tevbigerin. Ji bo pêşiya şewba koronavîrusê bigirin, gelek welatan di serê meha Adarê de sînorên xwe girtibûn.

Karantînaya ji bo çûn û hatina di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de ji xeynî Îspanya û Portekîzê hate rakirin. Îspanya di 21’ê Hezîranê de, Portekîz jî wê di 1’ê Tîrmehê de sînorên xwe ji welatên Schengenê re veke. Li Fînlandiyayê jî heta 14’ê Tîrmehê û li Norweçê jî heta 20’ê Tîrmehê dibe ku kesên biyan nikaribin têkevin welat.

Elmanyayê jî hişyariya gerê ya ji bo 31 welatan îro radike. Elmanyayê ji xeynî welatên YE û Herêma Schengenê ji bo çûna 160 welatan hişyarî dabû û biryar dabû ku heta 31’ê Tebaxê vê hişyariyê bidomîne. Di nav van welatan de Tirkiye, Misir û Tûnûs jî hene. Jixwe Misirê jî biryar dabû ku piştî 1’ê Tîrmehê deriyê xwe ji tûrîstan re veke. Nayê zanîn ku wê welatên wekî Fas û Taylandê deriyên xwe kîngê vekin.