Ji tevgerên ciwanên Kurd li Hambûrgê çalakiya çandî
Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN bi dirûşma "Li dijî qirkirina çandî" li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyeke çandî lidar xistin.
Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN bi dirûşma "Li dijî qirkirina çandî" li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyeke çandî lidar xistin.
Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li dijî 'qirkirina çandî' ya polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker li hev kom bûn.
Çalakî li Hambûrgê pêk hat û di şexsê Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Bi navê amadekaran Sema Aydin axivî û got, "Çand çavkaniya bingehîn a civakê ye. Mejiyê desthilatdar ê AKP-MHP'ê ya faşîst, êrîşî çanda gelê Kurd dike. Armanc ji vê yekê asîmîlekirin û tunekirina gelê Kurd e."
Sema Aydin got, "Weke ciwanên ji TCŞ'ê em ê çand û zimanê xwe li hemberî polîtîkayên şerê taybet biparêzin."
Ciwanan li ber stranên hunermendên derketin ser dikê govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Gerîla" û "Bê Serok Jiyan nabe" qîriyan.
Piştî çalakiyê ji bo meşa 'Rêwîtiya Azadiyê' ya 9'ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê bike, banga tevlîbûnê hate kirin.