Ji pêşengên ciwanên 68’an Zekî Kaya rehmet kir

Ji pêşengên ciwanên ciwanên 68’an Zekî Kaya yê demek dirêj bû ku li Swêdê dijiya, ji ber nexweşiyekê rehmet kir.

Kaya yê li gundê Karaşeyh a navçeya Bazîd a Agiriyê sala 1947’an hate dinê, xwendina xwe ya amadeyî li Agiriyê piştî diqedîne Dibistana Bilind a Tenduristiyê ya Enqereyê diqedîne.

Di nava tevgera ciwanên Enqerê de cih girt. Endamtiya Desteya Rêveberiya Ocaxên Çanda Rojhilat a Şoreşger (DDKO) kir. Piştî darbeya leşkerî ya faşîst ku 12’ê Adara 1971’an pêk hat û şûnde hate girtin. Bi hovane hate êşkencekirin.

Kaya yê demekê li Girtîgeha Enqerê ma, piştre şandin Girtîgeha Amedê. Ji biryarên xwe yên li girtîgehê çawa berneda li dadgehê jî domand. Li dijî sûcdariyên dozger û dadgehê bi cesaret parastina pirsa Kurd kir. Pêkanînên zext, êşkence û asîmlasyona li ser gelê Kurd tehşîr kir.

Kaya yê ku Dadgehê 11 sal cezayê girtîgehê lê birî, piştî hate berdan û şûnde derbasî Sûriye û piştre jî derbasî Libnanê bû. Piştre derbasî Bûlgarîstanê bû û li wir li Zanîgeha Sofya beşa aborî xwend û di beşa xwe de bû doxtor.

Piştî 1985’an û şûnde derbasî Swêdê bû, di nava xebatên siyasî û çandî de cih girtin. Li vir jî polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk domand. Kaya yê ku li semtekî derveyî Stockholmê li marketekî biçûk vekir û debara xwe pê dikir, bi kesayetiya xwe ya piştîvan û rast heskirin û rêzdariya hmû Swêdî û koçberên li semtê dijiyan qezenç kiribû.

Agahiya mirina wî ya 30’ê Nîsanê rê li ber xemgîniya hemû dost û Kurdistaniyên wî dinasî vekir.