Ji partiyên Awûstûryayî nerazîbûna li hemberî tecrîda li Îmraliyê

Partiyên Awûstûryayî li ser pirsên FEYKOM'ê daxuyanî dan û bal kişandin ser bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê.

Federasyona Civaka Kurd a li Awûstûryayê (FEYKOM) ji bo hilbijartinên Konseya Neteweyî ya Awûstûryayê ku wê 29'ê Îlona 2024'an de pêk were pirs li partiyan kir.

Yek ji pirsên ku FEYKOM'ê li partiyan kir têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser nasnameya Kurd û qanûna penaberiyê bû.

Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO), Partiya Keskan a Awûstûryayê (Die Grunen), Forûma Lîberal û Awûstûryayê ya Nû (Neo), Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) û Partiya Çep (LINKS) bersiv dan pirsan. Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) a muxafazakar û Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) ya rastgir bersiv nedan pirsan.

Di bersivên partiyan de hate ragihandin ku tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û divê bi dawî bibe.

SPO ragihand ku şert û mercên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan mîna hemû mehkûmên siyasî divê li gorî hiqûqa navneteweyî bê sererastkirin. Partiya Keskan jî diyar kir ku ji bo qanûnên weke pîvanên Nelson Mandela tê pênasekirin bi cih bê anîn, ew têdikoşin. Her wiha destnîşan kir ku divê nêzîkatiyek li gorî rûmeta mirovan li mehkûman bê nîşandan û ew piştgiriyê didin serdanên CPT.

NEOS'ê diyar kir ku haya wan ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye, di heman demê de bal kişand ser nameya 69 xelatgirên Nobelê ku di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe danîbûn binî. NEOS'ê ragihand ku haya wan jê heye ku li Tirkiyeyê dadgerî ji bo armancên siyasî weke amûrekê tê bikaranîn û wê vê mijarê hem li Viyanayê hem jî li Belçîkayê bixin rojevê. Partiya Çep jî destnîşan kir ku divê ti mehkûm di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de neyê hiştin û ji bo vê ew têdikoşin. Partiya Komunîst a Awûstûryayê anî ziman ku tecrîd binpêkirina mafên mirovan e, divê her kes li ber rabe û Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokratîkbûna li Tirkiyeyê dikare bi roleke girîng rabe, ji bo vê jî divê şert û merc bêne afirandin.

SPO'yê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Îranê bi tundî rexne kir û bi taybetî bang kir ku cezayên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn bêne betalkirin. NEOS'ê ragihand ku ew piştgiriyê didin mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan û Keskan jî xweseriya siyasî û çandî ya Kurdan parast, her wiha diyar kir ku divê demokrasiya li herêmê bê xurtkirin. KPO êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan şermezar kir û diyar kir ku Awûstûrya di vê mijarê de dikare bibe navbeynkar. Partiya Çep jî piştgirî da têkoşîna Kurdan a li dijî zextê û diyar kir ku ew li ber her cûre zextê radibin.

Partiyan her wiha destnîşan kirin ku ew li dijî hebûna tevgerên faşîst ên Tirk bi taybetî jî Ulku Ocaklari ne.

NÊZÎKATIYA LI PENABERÊN KURD

Partiyan di mijara parastina penaberên Kurd de nêzîkatiyên cuda nîşan dan. NEOS'ê diyar kir ku ji bo kesên daxwaza parastinê ya li gorî pîvanan dike, divê ev maf bi lez û rengekî rast bê naskirin. SPO jî ragihand ku ew mafê rewa yê her kesên bi qanûnî li Awûstûryayê ne diparêzin û diyar kir ku şerê li derveyî welat divê derbasî Awûstûryayê neyê kirin. partiya Çep jî got, divê penaberên Kurd bê şert bêne parastin û ew li dijî dersînorkirina penaberane ya ji bo welatên rîsk lê hene. Partiya Keskan diyar kir ku mafên mirovan nabe mijara bazarê û divê nêzîkatiyeke bi lez û adîl ji bo serlêdanên penaberên Kurd re bê nîşandan. KPO ragihand ku her kesên zilma siyasî lê tê kriin divê bêne parastin û li hemberî dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê ne.