Ji KCDK-E’yê peyama cejnê

KCDK-E’yê Cejna Remezanê li gelên bindest û hemû mirovahiyê pîroz kir.

PEYAMA CEJNÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Remezanê peyam weşand û got, “Em hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya jiyaneke aram, aştî û bêşer.

KCDK-E’yê ev tişt jî anî ziman: “Dewleta Tirk a qirker di tevahiya dîrokê de nehişt ku gelê me cejnên xwe di nava aştiyê de pîroz bike. Bi zilm û êrîşên xwe aştî û xwişk-biratî asteng kirin. Polîtîkayên qirker di Cejna Remezanê ya pîroz de jî didomin. Di serî de li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Rojava li tevahiya Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dewam dikin.

Gelê Kurd bi hemû nirxên xwe yên çandî re timî bûne alîgirê aştî û piştevaniya di navbera gelan de. Bi wesîleya cejnê gelê me divê van nirxên xwe biparêze, serdanên cejnê pêk bîne û bi hevdû re piştevaniya madî û manewî mezin bikin. Di serî de Mexmûr û Şehba, li her çar parçeyên Kurdistanê jî xwedî li kesên muhtac derbikevin, yekîtiya neteweyî û ruhê piştevaniya hevpar xurt bikin.

Weke KCDK-E em hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û edaletê. Di serî de gelê Kurd, em cejna hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya xurtbûna piştevaniyê.”