Ji Kanadayê ji bo NY'yê banga şandina nameyan
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê bang kir ku li dijî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan nameyan ji NY'yê re bişînin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê bang kir ku li dijî Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan nameyan ji NY'yê re bişînin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên xwe didomîne.
Navendê bi çarçoweya, ''Kampanyaya Nameyan a ji bo Azadiya Rêber Apo'' teqwîma çalakiyan ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr -COSATU 11'ê Çile, bi dirûşmeya, ''Dema Wê ye; Ji bo aştiyeke dadmend a li Tirkiyê ji Abdullah Ocalan re azadî', li hemû cihanê dest pê kiriye. Bi kampanyaya nameyan a ji bo Sekreterê Giştî yê NY'yê em bang li Neteweyên Yekbûyî jî dikin, ji bo ku li Tirkiyê aştî saz bibe û Rêber Apo azad bibe, tevbigere.''
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
''Di nameyan de Rêber po ku bi milyonan Kurdî gotiye 'îradeya min e'' îmze avêtiye, ev 22 sal in tecrîda giran li ser heye û êşkence lê tê kirin, li gorî normên navnetewî yên NY'ê daxwaza azadiya Rêber Apo bike û mafên gelê Kurd qebûl bike.
Em hemû em ê bi hev re nameyên xwe ji Canada Postê bişînin.''