Ji hilbijartiyên Bask û Katalan nameya ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Senator û parlamenterên hilbijartî yên welatê Baskê û Katalonyayê du nameyên cuda ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin û gotin, danûstandinên bi Rêber Apo re tenê bi azadiya wî dikare bi rengekî erênî bêne meşandin.

NAMEYA JI KONSEYA EWROPAYÊ RE

Ji welatê Baskê û Katalonyayê gelek senator û parlamenteran ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.

Canditat d'Unitat Popular - Defensem la Terra (Yekîtiya Gel - Em xaka xwe biparêzin) li Katalonyayê yek ji tevgerên herî çalak ên siyasî ye û li parlamentê koma xwe heye, EHBildu (Yekîtiya ji bo welatê Baskê) ku li welatê Baskê yek ji tevgerên herî bi bandor ên siyasî ye, ji bo azadiya Abdullah Ocalan diyar kirin ku divê Konseya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê.

Name ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel û endamên komîteyê re hate nivîsandin û hate bibîrxistin ku di ser revandina Rêber Apo re 26 sal derbas bûn û ji hingî ve li girtîgeha girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê girtin.

Her wiha hate ragihandin ku serdana xizm û parêzerên wî li gorî kêfa siyasî ya hikumetên Tirk têne plankirin û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ji aliyê Tirkiyeyê ve hate bibîrxistin, ku 'Mafê Hêviyê' ji holê rakiriye. Bi dewamî hate gotin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê dike ku li gorî pîvanên PMME'yê gavên lezgîn biavêje.

Di dewama nameyê de kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate bibîrxist ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li qada navneteweyî tê meşandin û hate destnîşankirin ku girîngiya siyasî ya Rêber Apo ya di şerê Tirk-Kurd de nikare ji nedîtî ve bê. Di nameyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê re şerê Tirk-Kurd derbasî derveyî sînorên Tirkiyeyê kiriye û hate gotin, çareseriya vî şerî wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.

'KOMÎTEYA WEZÎRAN BILA HELWESTEKE ÇALAK NÎŞAN BIDE'

Serdana Heyeta DEM Partiyê ya li Îmraliyê weke bûyereke erênî hate pênasekirin, lê hate gotin, bêhiqûqiya li ser Rêber Apo dewam dike û hate gotin, "Rewşa heyî nîşan dide dide ku lîderiya Tirk û hikumeta wê çiqasî kêm ji aştiyê bawer dikin û gotina 'danûstandin tenê bi mirovekî azad dikare bê kirin' a Nelson Mandela rast e. Li gorî rewş û bûyera dawî dem hatiye ku Komîteya Wezîran ji bo çareseriya mayinde ya vê meseleyê helwesteke çalak nîşan bide. Birêz Ocalan li gel şert û mercên ne wekhev jî nîşan da ku ew alîgirê çareseriyeke aştiyane ye.

Divê destûr ji hevdîtina lîderê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran û malbatê re bê dayin û dawiya dawî jî ji bo karibe çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev ji pirsgirêka Kurd re peyda bike, bê berdan. Ji bo berdana Birêz Ocalan wezîfeya Komîteya Wezîran e ku gavên şênber ên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje."

Senator û parlamenterên Bask û Katalan ên mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:

Pernando Barrena, Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê

Gorka Elejabarrieta, Senator, Serokê Koma Eh Bildu

Josu Estarrona, Senator, Koma Eh Bildu

Jon Iñarritu, Parlamenterê Koma Eh Bildu ya Meclîsa Nûneran

Irati Jimenez, Parlamenterê Parlamenta Navarra ji Koma Eh Bildu

Igor Zulaika, wekîlê Parlamenta Baskê ji koma Eh Bildu

Diana Urrea, Wekîla Parlamenta Baskê ji Koma Eh Bildu

Laia Estrada i Cañón, Wekîla Parlamenta Katalan, Seroka Koma GP CUP-DT

Dani Cornellà Detrell, Wekîlê Parlamenta Katalan, Berdevkê GP CUP-DT

Maria Pilar Castillejo Medina, Wekîla Parlamenta Katalan

Laura Fernández Vega, Wekîla Parlamenta Katalan