Ji Dusseldorfê bang kirin: Divê Rêbertiya me azad bibe

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji roja Duşemê ve çalakiya rûniştinê hebû. Çalakî îro bi meşekê bi dawî bû.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê 5 roj in çalakiya rûniştinê hebû, çalakî bi meşekê bi dawî bû.

Kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê ji roja Duşemê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê dikirin. Çalakî ji aliyê FED-MED’ê hatibû organîzekirin. Meclîsên jinan ên ku pêkhateyên YJK-E NRW’yê ne, endamên NCDK’ê, Tekojin, PYD, NAV-YEK û FEDA tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê îro bi meşeke girseyî ya ku 1500 kes beşdar bûbûn, bi dawî bû. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ‘Dema wê hatiye, azadî ji Ocalan re’ hate hildan.

Di çalakiyê de berxwedana Garê jî bi pankartekê hate silavkirin.

Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever diyar kir ku hate xwestin komploya navneteweyî li Rojava, Parîs û Garê were dubarekirin û got, “Fedaiyên li ser xeta Rêbertî û têkoşîna gelê me, ev êrîş şikandiye. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Li ser navê YJK-E’yê Kezîban Dogan got ku, “Rêbertiya me 22 sal in di bin îzolasyonê de ye û lê bi paradîgmayeke nû berxwedan di asta bilind de pêk anî. Em tevgera jinan, berxwedana Rêbertiya xwe ji xwe re dikin esas.”

Di çalakiyê de belavoka TEKO-JIN’ê jî hate xwendin û çalakî bi dawî bû.