Ji Danîmarka û Swêdê helwesta dijî SETA'yê

Piştî ku saziya bi ser AKP'ê ve SETA'yê saziyên Kurd û siyasetmedarên ku destekê didine Kurdan deqand, partî, sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Danîmarka û Swêd helwest nîşan dan.

Piştî ku deqandina Kurdan û siyasetmedarên ku destekê didine Kurdan ya ji hêla SETA'yê ve û hişyarkirina kesên ku hatine deqandin a ji hêla PET'ê ve, yek ji mezintirîn rojnameya Danîmarkayê Berlîngske Tîdnînge û Expressen a Swêdê mijar anî rojevê. Rojnameyan guh da siyasetmedar û pispor û rayedaran û bal kişandin ser talokeya deqandina SETA'yê ya ku girêdayî hikûmeta Tirk e.

SETA (Weqfa Siyaset, Aborî û Lêkolînên Civakî) bi rapora 666 rûpelî ya bi ser navê ''Li Ewropayê avaniya PKK'ê'' saziyên Kurd ên li Ewropayê kar dikin û rêveberên wan, nûnerên sazî, partî û rêxistinên civaka sivîl ku destekê didin wan bi nav û wêneyên wan kiribûn hedef.

Li Danîmarka helwesta pêşî rêxistina îstîxbaratê PET'ê da. PET'ê hişyarî da 9 kesên ku di raporê de hedef hatibû nîşandan. Di nav van kesan de Serokê Partiya Gel a Sosyalîst Pîa Olsen Dyhr, Lîderê Lîsteya Yekîtiyê (Endehlisten) Pernîlle Skîpper û Sekretê Giştî Jacob Mark, Serokê Partiya Alternatîf Uffe Elbaek û Wezîrê Karê Derve yê berê Holger K Nîelsen jî hene.

Ji bo kesên navborî û partiyên wan di raporê de hate gotin, '''Partî û siyasetmedarên ku destekê didin komele, organ û siyasetmedarên ku alîgirên PKK'ê ne.''

ASLAN: TALOKE LI SER JIYANA MIN HEYE

Parlametnerê Partiya Demokratên Sosyal Lars Aslan ji rojnameyê re axivî, got rapor encama xebateke sîstematîk e û got, ''Ez li xwe mikur werim, ji ber raporê taloke li ser jiyana min heye. Heke ez biçim Tirkiyê, wê çi bi serê min were nizanim.''

'HÊZÊN REJÎMÊ DIXWAZIN ZEXTÊ ÇÊBIKIN'

Ev Flyveholm, Berdevka Polîtîkaya Karê Derve ya Lîsteya Yekîtiyê ku ew jî di nav rapora SETA'yê de hedef hatiye nîşandan got, ''Rapor nîşan dide ku hêzên tarî yên li Tirkiyê, li ser her rexneya li dijî rejîmê hewl didin ku zextê deynin.''

Serokê Partiya Alternatîf Uffe Elbaek jî got, ''Ev rewş nîşan die ku pirsa Kurd a li Tirkiyê hatiye Danîmarkayê jî.''

Serokê Şandeya Karê Derve ya Partiya Çepgir a Radîkal Martîn Lîndegar jî got ew ê mijarê bînin rojevê û bixwazin ku hikûmet daxuyaniyê bide.

Pisporê Akademiya Berevaniyê û Polîtîkayê Ewlehiyê Doç. Peter Vîgo Jakobsen jî got, heke PET li siyasetmedaran geriya be û ew hişyar kiribin, ev nîşan dide ku li ser mijarê bi rengekî cidî disekinin.

HIKÛMETA TIRK ÎNKAR DIKE

Rayedarên hikûmeta Tirk ku ji rojnameya Berlîngske re axivîn goti ti têkiliya hikûmeta Tirk bi SETA'yê re nîne û gotin ,''Ev rapor ji hêla saziyeke stratejiya serbixwe SETA'yê ve hatiye hazikirin, ti têkiliya wê bi hikûmeta me re tine û fikra hikûmeta me nîşan nade. Rayedarên Tirk li ser mijara raporê bi rayedarên Danîmarkayê re dide û distîne.''

Pisporê Têkiliyên Navnetewî Cecîlîa Stockholm Banke jî got, ''Rêveberên Tirk li ser helwesta siyasetmedarên Ewropî ya li ser pirsa Kurd û PKK'ê pir hesas e.''

Rojnameya Swêdê Expressen jî mijar anî rojevê.

Di rojnameyê de hate gotin Wezîrê Berevaniyê Peter Hultquîst, Lîderê Partiya Çepgir Jonas Sjostedt, Wekîla Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh û Parlamenera Ewopayê Malîn Bjork jî di nav de gelek siyaetmedarên Swêdî hedef hatine nîşandan.

 BI HÊSANÎ SÛCDARIYÊN WIHA TÊNE KIRIN

Lîderê Partiya Çepgir Jonas Sjostedt, ku hedef hatiye nîşandan li ser hesabê xwe yê medya civakî got, ''Ji bo ku ev sûcdarî li mirov werin kirin, mirov behsa heqê Kurdan bike, mirov li dijî êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê bisekine an jî destekê bide partiya çepgir a Tirkiyê bes e. Li Tirkiyê gelek kes bi van sûcdariyên wiha bêbingeh cezayê giran dixwin.''

Lîderê Partiya Çepgir her wiha got xwest ku muzakereyên di navbeyna PKK'ê û Tirkiyê de ku qut bûne divê dîsa dest pê bikin û xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.