Ji CUB'ê banga ji bo 15'ê Sibatê: Em daxwaza azadiya Ocalan bikin!

Komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêber Apo wê li Îtalyayê jî bê şermezarkirin. Sendîkaya CUB'ê ji bo tevlîbûna li çalakiyê bang kir û got, divê daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.

ŞERMEZARKIRINA 15'Ê SIBATÊ

Salvegera 26'emîn a komploya navneteweyî ku 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêber Apo hate kirin, wê li bajarên Roma û Milano yên Îtalyayê bê şermezarkirin. Sendîkaya La Confederazione Unitaria di Base ya Îtalyayê (Konfederasyona Yekîtiya Bingehîn - CUB) ku bi sed hezaran endamên xwe hene ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir û ragihand ku ji bo demokrasî û azadiyê divê daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.

Di daxuyaniya sendîkaya CUB'ê de hate gotin, "Dem ew dem e ku em gelê Kurd bi tenê nehêlin ku bi şerê li dijî DAÎŞ'ê li dijî belavkariya cihêkariyê xwe kirin çeper, mînakek rêxistiniya demokratîk nîşan dan û bi rengekî bêhempa bû piştevanê rola jinê.

ABDULLAH OCALAN PARÊZVANÊ JIYANA BI HEV RE YE

Erdogan ku bi daxwaza rola hegemonîk a Tirkiyeyê tevdigere, dixwaze PKK'ê biqedîne. Heman Erdogan û Tirkiye niha dixwaze Abdullah Ocalan ji hişê mirovan bibe ku 75 salî ye û zêdeyî 25 sal in girtî ye. Halbûkî Abdullah Ocalan parêzvanê wê modela jiyanê ye ku jiyana bi hev re ya maf û rêxistiniya civakî ya pêşveçûn û aştiyê pêşniyar dike.

JI BO AZADIYÊ EM BIBIN YEK

CUB hay ji rewşa hesas heye ku Kurd di nav de ne û rast û lezgîn dibîne ku banga ji bo meşa neteweyî bigire ser milê xwe ku di 15'ê Sibatê de li Roma û Milanoyê bi dirûşma 'Ji bo Kurdistanê çareserî, ji bo Ocalan azadî' bê lidarxistin. Pêwîstiyeke lezgînî ye ku dawî li bêdengiyê bê anîn û ji bo demokrasî û azadiyê piştgirî ji têkoşîna gelê Kurd bê dayin."

CIHÊN ÇALAKIYAN

Cih û dema çalakiyên 15'ê Sibatê yên li Roma û Milanoyê bi vî rengî ne:

Roma: Piazzale ugo la malfa, saet: 14.30

Milano: Largo Cairoli, saet: 14.30