Ji ciwanên Berlînê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’

Li paytexta Elmanya Berlînê, aktîvîstên TCŞ û TEKO-JIN’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (TEKO-JIN), bi çalakiya ku li Alexanderplatza Berlîna paytexta Elmanyayê lidar xistîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiya wî kirin.

Ciwanên ku li Qadê hatîn gelhev, bi cilên li ser nivîsîn “Free Ocalan” diyar kirin ku dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye.

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Es lebe Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.

Di çalakiya ku di çarçoveya “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na. Bi Hev Re Serhildan” de, nêzî nîv seatê dom kir.