Ji ciwanan rojên xwendina 'Fêhmkirina Rêbertî'

Li eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, ji bo fêhmkirina fikrên Rêber Apo ciwanan rojên xwendina 'Fêhmkirina Rêber Apo' dan destpêkirin.

Çalakiyên xwendinê li bajarên Bodensee, Stûttgart û Heîlbronnê di heman demê de pêk hatin.

Çalakiyan bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Ciwanan nivîsa bi sernavê "Şoreş, doza îrade, daxwaz û baweriyê ya mezin e" ya Rêber Apo hate xwendin û nîqaşkirin.

Di civînan de berpirsyariyên ciwanan ên li pêşberî nêrînên Rêber Apo hatin nirxandin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" bi dawî bûn.