Ji bo Teslîm Tore merasîmek hate lidarxistin

Ji bo Teslîm Tore yê yek ji pêşengê tevgera çep a Tirkiyeyê ku li sirgûnê rehmet kir li Bernê merasîmek hate lidarxistin.

Teslîm Tore yê bi nexweşiya penceşêrê lê bû û dihate dermankirin 24’ê Mijdarê li nexweşxaneyeke Bernê rehmet kiribû.

Tore ji sala 2003’an ve li Swîsreyê dijiya. Ji bo Tore bi tevlîbûna xizim, hevrêyên wî yên têkoşînê û desteka gelek saziyan merasîmek hate lidarxistin.

Wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 2 rojan sersaxî bê qebûlkirin. Cenzeyê Tore birin Goristana Bremgartenê.

Ji bo Merasîmê li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çekenga ku hatibû şandin bal kişand. Her wiha di merasîmê de HEvserokê Kongra Gel Remzî Kartal û endamê Desteya Rêveberiya KNK’ê Zubeyir Aydar û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî amade bû, bi sedan kes jî tevlî bû.