Ji bo şervanê YPG’ê yê Îtalî Orsettî wê merasîmek mezin were lidarxistin

Şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî yê Îtalî di operasyona dawî ya li Baxozê de şehîd bûbû. Ji bo Orsettî li Floransayê amadekariya merasîmeke mezin tê kirin.

Şervanê YPG’ê yê Îtalî Lorenzo Orsettî 18’ê Adarê li Baxozê di şer de şehîd bû. Orsettî ji Floransayê beriya salek û nîv derbasî Rojava bûbû û nasnavê Têkoşer Piling girtibû.

Ji bo Orsettî bi pêşengiya Komîteya Kurd a Toscacayê bi beşdarbûna koma çepgir ji bo merasîmekî mezin amadekarî tê kirin.

Merasîma bibîranînê wê 31’ê Adarê were lidarxistin. Bi vê armancê wê bi beşdarbûna malbata Orsettî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyanî li salona çapemeniyê ya Meclîsa Eyaleta Floransa hate lidarxistin û çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da. Di civînê de banga beşdarbûna merasîmê hate kirin.