Ji bo Rêber Apo banga beşdarbûna meşa Awûstûryayê hat kirin
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek banga beşdarbûna meşên di 15’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo li Viyana û gelek navendan bên lidarxistin kir û got: "Em li dora Rêber Apo bibin yek."
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek banga beşdarbûna meşên di 15’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo li Viyana û gelek navendan bên lidarxistin kir û got: "Em li dora Rêber Apo bibin yek."
Kurdistaniyên li Awûstûryayê û dostên wan di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” wê 15’ê Sibatê biherikin Viyanayê. Ji bo meşê wê ji bajarên Graz, Linz, St. Polten, Innsbruck û Salzburgê wesayît bên rakirin û ji bo meşa ku saet di 15.00'an de dest pê bike wê li Christian-Broda-Platz a Viyanayê li hev kom bibin.
Li ser navê Civaka Azad, Meclîsa Jinê ya Avesta û Meclîsa Gelê Kurd banga meşa ji bo azadiya Rêber Apo hat kirin.
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek diyar kir ku divê 15'ê Sibatê ku jê re dibêjin "Roja Reş” bibe rojeke çareserî û ronahiyê.
‘TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’
Zîrek Komploya Navneteweyî ya ku 26 sal di ser girtina Rêber Apo re derbas bûn şermezar kir û wiha got: “Armanca Komploya Navneteweyî di esasê xwe de ew bû ku nûnerên modernîteya kapîtalîst dixwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Yekane astengiya li hemberî vê jî Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bû. Ji bo vê jî xwestin Rêber Apo bi Komployeke Navneteweyî dîl bigirin û planên xwe pêk bînin. Dema em lê dinêrin ji wê rojê heta îro şerê cîhanê yê sêyem dest pê kir û weke ku Rêber Apo jî diyar kir li Rojhilata Navîn bi dagirkirina Iraqê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kir. Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn û heta gelên cîhanê bû hêvî.
Piştî 26 salan kesên ku komplo pêk anîn li hemberî paradîgmaya Rêber Apo bêçare man û neçar man serî li Rêber Apo bidin. Weke gelê Kurd divê em li dora Rêber Apo bibin yek û li gorî nêrîn û perspektîfên ku pêşkêşî me dike têkoşînê berfireh bikin. Divê xurtkirina destê Rêber Apo erka me ya sereke be. Ji bo 15’ê Sibatê bibe roja aştiyê, divê li derveyî Viyanayê, li Ewropayê û li gelek deverên Kurdistanê tevlîbûneke girseyî pêk were. Bi vî awayî em bawer dikin ku em ê hîn zêdetir destê Rêber Apo xurt bikin.”
DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN
Meclîsa Jinê ya Avesta û Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî dan û bang li hemû Kurdistanî, dostên wan û kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide kir ku di 15’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo dakevin qadan.