Ji bo qurbaniyên erdhejê konên sersaxiyê hatin vedan

Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Aargaû, Basel, Lîestal, Baselland ên Swîsreyê û li bajarê Lorrach ê Elmanyayê konên sersaxiyê hatin vedan.

Ji bo kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Aargaû, Basel, Lîestal, Baselland ên Swîsreyê û li bajarê Lorrach ê Elmanyayê, konên sersaxiyê hatin vedan. Ji bin konên sersaxiyê ku heta evarê vedayî bûn, şîn û girîn kêm nebû.

Li Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Baselê ji bo kesên li gundê Sofûlar ê navçeya Bazarcix a Mereşê jiyana xwe ji dest dane, konê sersaxiyê hat vedan. Hate diyarkirin ku ji malbata Manîş ku li vî gundê dijîn, 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û hîna jî xizmên wan di bin kavilan de ne. Bi sedan kesan, serdan li konê sersaxiyê kir.

Konê sersaxiyê yê li Lîestalê, ji bo Hidir Yuksekkorkmaz ê li Bazarcixê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da, hate vedan. Bi sedan kes ji bo sersaxiyê hatin.

Konê sersaxiyê yê li bajarê Lengnaû yê kantona Aargaûyê, ji aliyê 4 malbatan ve ku xizmên xwe li gundê Bariş ê navçeya Nûrheqê ji dest dan, hat vedan. Endamên Meclisa Gel a Mehmet Tunç a Aargaûyê, tev li konê sersaxiyê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Li kantona Baselland a Swîsreyê û li bajarê Lorrach ê Elmanyayê, malbatên ji Mereşê sersaxiyan qebûl kirin.

Li gel bi sedan kesan, rêveberên Saziya Malbayên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW), endamên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û endamên gelek komeleyên gundan, tev li sersaxiyê bûn.

Komeleya Elewiyan a Baselê jî ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bername çêkir.