Ji bo piştevaniya bi xelkê Mexmûrê re, li Berlînê çalakî hat lidarxistin

Li ber Balyozxaneya Iraqê, artêşa Iraqê ku dixwaze dorê li Mexmûrê bigire, hat protestokirin û wiha hat gotin: ‘’Xelkê Mexmûrê yê berxwedêr, ne bi tena serê xwe ye.’’ Bertek nîşanê NY’yê hat nîşandan ku çima dengê xwe nake.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, ji bo protestokirina artêşa Iraqê ku 15 roj in dixwaze dorê li Mexmûrê bigire û ji bo piştevaniya bi xelkê Mexmûrê yê berxwedêr re, li ber Balyozxaneya Iraqê çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ku çalakî li dar xist, got: ‘’Ev nêzîkahiya hemberî xelkê Mexmûrê ku ji ber zilma dewleta Tirk reviyaye, nabe ku mirov qebûl bike. Xelkê Mexmûrê ku xendekên artêşa Iraqê kolan, bi destên xwe dagirtin, ne bi tenê ye. Wargeha penaberan a Mexmûrê ku Neteweyên Yekbûyî jê berpirs e, li ber zilm, talan û îzolasyonê li ber xwe dide, nekirina dengê xwe ya NY’yê nabe ku mirov qebûl bike. Li ber Balyozxaneya Iraqê em diyar dikin ku piştevanên xelkê xwe yê berxwedêr in û dibêjin ku divê artêşa Iraqê demildest dev ji vê hewila xwe ya dorgirtinê berde.’’

Di çalakiyê de, dirûşmeyên ‘’Bijî Mexmûr’’ û ‘’Bijî piştevaniya enternasyonel’’ hatin berzkirin.