Penaberê Kurd Îbrahîm Ergun ku 17 meh bû li Navenda Girtinê ya Korînthê ya Yewnanistanê girtî bû, ji bo biryara girtîhiştinê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî bû. Ji bo Îbrahîm Ergun li paytexta Yewnanistan Atînayê ber bi avahiya parlamentê ve meşek hate lidarxistin.
Meş ji aliyê Yekîtiya Çalakiyê ya Yewnanistanê/Tirkiye-Kurdistan û Navenda Çanda Kurd a Atînayê ve hate lidarxistin û gelek komên li dijî nijadperestiyê mîna Yekîtiya li dijî Nijadperestî û Faşîzmê (KEERFA) tevlî çalakiyê bûn.
Di meşê de wêneyên penaberê Kurd Ergun hat hildan û bi zimanên Yewnanî, Îngilîzî û Kurdî li dijî polîtîkayên hikumetê yên têkildarî penaberan dirûşm hatin qîrîn.
Meşê li kolana Akademîasê dewam kir û tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê jî hatin hildan.
Piştî meşê ku li ber avahiya parlamentê bi dawî bû, bi navê Navenda Çanda Kurdistanê daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Koçber an jî penaber sûcdar nînin. Ji ber polîtîkayên cihêkar û nijadperestî, penaber û koçber li welatên ku xwe lê digirin tên cezakirin. Divê ev kiryar tavilê bi dawî bibin û ji daxwazên polîtîk û mirovî yên xwezayî yên koçber û penaberan re bersiv bê dayin."