BI DÎMEN

Ji bo girtî Ayaz û Saka mitînga piştevaniyê hat lidarxistin

Kurdistanî ji bo girtiyên li Hambûrgê Kenan Ayaz û Kadîr Saka li pêşiya girtîgehê li hev civiyan.

MITÎNGA AZADIYA GIRTIYAN

Ji bo aktivîstê Kurd Kenan Ayaz ê bi daxwaza dewleta Tirk li Qibrisê hat gitin û piştre radestî Elmanyayê hat girtin û li Hambûrgê tê girtin û Kadîr Saka ê li Bremenê ji aliyê polîsên Elman ve hat girtin û paşê şandin Girtîgeha Hambûrgê li pêşiya girtîgehê mitînga piştevaniyê hat lidarxistin.

Parlementerê HDP’ê yê berê Nîhat Akdogan di mitînga ku ji aliyê Komîteya ji Kenan Ayaz re Azadî hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku li cihê tecrîd û înkar lê hebe mirovahî lê wê derê nabe.

Akdogan wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgeh û welêt bûye. Divê hevalên me Kenan Ayaz û Kadrî Saka di zûtirîn dem de azad bibin."

Aktivîst Anja Flach got ku tevî sûcdariyeke giran li ser Ayaz nîne jî zêdeyî saleke ji bo dilxweşkirina Erdogan bi awayekî kêfî tê girtin. Flach anî ziman ku Kenan Ayaz bûye qurbanî berjewendiyên aborî û leşkerî yên dewleta Tirk û Elman û got: “Em Ayaz û Saka di danişînan de bi tenê nehêlin.”