Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Orhan Bîngol (Alî Dînçer) 6’ê Hezîrana 2024’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, şehîd bû. Ji bo şehîd Orhan Bîngol li bajarê Mantes la Jolie yê Fransayê, merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, deqeyek rêz hate girtin. Têkildarî têkoşîna şehîd Orhan Bîngol sînevîzyon hate temaşekirin. Piştre li ser navê NCKD’ê axaftin hate kirin.
Di axaftinê de hate diyarkirin ku fermandar şehîd Orhan xwedî mîsyona têkoşîneke 33 salan bû û wiha hate gotin: “Rastiya milîtaneke Apoyî yê ku her kêliya xwe fedayê azadiyê kir, derxist holê. Nîşanî me da ku sekna li dijî dijmin û xiyanetê, divê çawa be.”
Hat destnîşankirin ku wezîfeya welatparêzên Kurdistanê ew e ku êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin, li dijî xiyanetê helwest bigirin û azadiya Kurdistanê mîsoger bikin û wiha hate gotin: “Encex bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdan derkevin.”
Gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.