Ji bo azadiya Pîroglû li Parîsê çalakî hat lidarxistin

Kurd û şoreşgerên li Parîsê, ji bo azadiya Pîroglû yê di greva birçîbûnê de çalakî li dar xist.

Şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû ku li Rojava û gelek qadan têkoşiyaye di girtîgeheke li Sirbistanê de çar meh in ku di greva birçîbûnê de ye. Kurd û şoreşgeran, ji bo Pîroglû radestê Tirkiyeyê neyê kirin û bê berdan li Parîsa paytexta Fransayê çalakî li dar xist.

Çalakî li ber Balyozxaneya Sirbistanê, bi tevlêbûna gelek welatparêz û şoreşgeran hat lidarxistin. Çalakî, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Pîroglû re û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê hat lidarxistin û gelek saziyên dost û CDK-F’ê piştgiriya çalakiyê kir.

Çalakgeran xwest dosyeya ji bo rewşa Ecevît Pîroglû amadekirî bidin Balyozxaneya Sirbistanê lê balyozxaneyê dosye qebûl nekir. Çalakgeran balyozxane jî protesto kir.

Di daxuyaniya li ser navê Înîsiyatîfa Azadî ji Pîroglû re hat dayîn de, wiha hat gotin: “Divê daxwazên Pîroglû demildest bi cih bên anîn, Pîroglû azad bibe, mafê xwe yê penaberiya siyasî bigire û bê dermankirin.“