BI DÎMEN

Ji bo Şehîd Dijwar Qidurbeg li Darmstadtê sersaxî û bîranîn pêk hat

Şervanê QSD’ê Dijwar Qidurbeg ê ku di berxwedana Der Hafirê de şehîd bû, li Darmstadtê bi tevlîbûna Kurdistanî û malbatê hate bibîr anîn.

Şervanê QSD’ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) ê ku di 24’ê Adarê de li Dêr Hafirê şehîd bû, li bajarê Darmstadtê hate bibîr anîn.

Bîranîna ku di pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de hate birêxistinkirin malbata şehîd, nûnerên KOMAW’ê û gelek Kurdistanî amade bûn.

Bîranîn ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê KOMAW’ê Lokman Arslan axaftinek kir. Arslan, bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û got ku ji bo destkeftiyên malbatê şehîdan biparêzin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Foza Osê ku meta Dijwar Qidurbeg û zavayê Foza Osê Mihemed Azîm jî têkoşîna Şehîd Dijwar a ji bo azadiya gelê Kurd bibîr xistin û anîn ziman ku ji bo aştiyek birûmet hemû gel amade ye ku şehîd bibin.

Bîranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin!” û “Bijî Serok Apo!” bi dawî bû.

Piştî çalakiya bîranînê sersaxî hatin qebûlkirin.