‘Ji 8’ê Adarê heta 14’ê Hezîranê, kuçe yên me ne!'

Bi hezaran jinên ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Zurîhê meşiyan, got; ‘’Ji 8’ê Adarê heta 14’ê Hezîranê kuçe yên me ne’’ û ji bo Greva Jinan a Neteweyî careke din bang kir.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, meş hat kirin.

Jinên ji Swîsre, Kurdistan, Tirkiye, Îran û ji qewmên din, ji bo çalakiyê li dar bixin li qada Munsterhofê hatin ba hev. Polîs ketin hewila astengkirina çalakiya jinan. Bi boneya ku ji bo meşê destûr nehatiye girtin, polîsan hema bibêje dor li hemû kuçe û kolanan girt.

Beriya meşê li ser navê rêxistinên jinan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku hewl didin bedelê krîza fatûreya ku pergala kapîtalîst bûye sedem, bixin stûyê jinan û hat bibîrxistin ku ji bo newekheviya navbeyna jin û mêran yekcar zêde bikin, temenê teqawîdiyê yê jinan ji 64’an anîne ser 65’an û destheqê jinan ji sedî 20 kêmê yê mêran e. Di daxuyaniyan de bang tevlêbûna Greva Jinan a Neteweyî hat kirin û hişyarî li hikûmeta Swîsreyê jî hatin kirin.

Jinên Kurd ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) tev li çalakiyê bûn, di çarçoveya pêngava ‘’Bi jin, jiyan, azadiyê, em dimeşin ber bi şoreşa jinan ve’’ daxwazên xwe gotin. Ozen Aytaç, daxuyaniya TJK-E’yê xwend. Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ wek dîrûşmeya bingehîn a meşê hat berzkirin. Jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, hat protestokirin.

Jin, piştî axaftinan dirûşme berz kirin û meşiyan. Polîs ket hewila astengkirina jinan, lê jinan xwe gihand Helvetiaplatzê.

Jin, ji bo êrîşa polîsan a li hemberî jinan ku xwest 8’ê Adarê li bajarê Baselê bimeşin, protesto bikin, wê sibê xwepêşandanekê bikin.