Jeremy Corbyn: Êrîşa li ser KCC êrîşa li hemberî me hemûyan e

Serokê Giştî yê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn diyar kir ku serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Londonê cihê fikaran e û got, "Êrîşek li dijî me hemûyan e."

JEREMY CORBYN

Serokê Giştî yê berê yê Partiya Labour û parlamenterê niha yê serbixwe Jeremy Corbyn têkildarî serdegirtina Navenda Civaka Kurd û xebatkarên wê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Corbyn bi vî rengî ye:

"Gelek hêzên taybet avêtin ser Navenda Civaka Kurd ku vê yekê min xist nava fikaran.

Navenda Civaka Kurd li bakurê Londonê ji bo civakên cuda qadeke girîng a çandî ye. Piştgiriyê dide penaberên ji şer û zilmê reviyane û qadekê dide civaka Kurd ku li hev kom bibe. Bi xizmetên xwe û perwerdeya xwe, ji bo gelek mirovan qadeke girîng a jiyanî ye.

Êrîşa li ser saziyên civakekê yan jî azadiyên demokratîk êrîşa li hemberî me hemûyan e.

Ez serbilind im ku herêmeke hilbijartinê ya ku malovaniyê ji civaka Kurd a çalak û xurt re malovaniyê dike, temsîl dikim. Vê civakê ev herêma me ya Londonê kir qadeke baş û biryardariya wan ji bo avakirina cîhaneke aştiyane û wekhev ji bo bi milyonan mirovî çavkaniya sûdwergirtinê ye."