Jelpke: Divê qetlîama Parîsê ji nû ve bê lêpirsîn

Li ser mikurhatina Pekîn a qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve, Parlemetnera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke got: “Divê qetlîam ji nû ve bê lêpirsîn. Divê siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya bên parastin.”

Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê yê Serfermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn ê ji televîzyoneke li Tirkiye weşanê dike re axivî, diyar kir ku rêveberên KCK’ê ne tenê li Qendîl in, divê li Ewropayê jî bên hedefkirin.

Li ser mikurhaitnên Pekîn ê li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û şûnde Parlementera Federal a Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke bang li Fransa û Elmanya kir.

‘GOTINÊN PEKÎN MIKURHATINÊN TERORA DEWLETÊ NE’

Jelpke ya ku li ser qetlîama 9’ê Çileyê û dîsa xebatên îstixbarata Tirk a MÎT’ê ku li Elmanyayê, dîsa amadekariyên sûîkastan gelek pêşnûme pirs ji Meclîsa Federal kir, piştî gotinên Pekîn ê rayedarê dewletê yê berê ya Tirk û şûnde daxwaz kir ku qetilkirina şoreşgerên jin ên Kurd ji nû ve bên lêkolînkirin.

Jelpke ya destnîşan kir ku piştî lêpirsîna ku hem ji aliyê Fransa û hem jî ji aliyê Elmanya ve hate kirin û şûnde divê doz bê vekirin, ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku terora dewletê parçeyek ji rejîma Erdogan e û got: “Gotinên Pekin ên di vê mijarê de mikurhatinekî girîng e, ev gotin hinceta vekirina lêpirsîneke nû ye.”

‘DIVÊ ELMAYA SIYASETMEDARÊN KURD BIPARÊZIN’

Jelpke anî ziman ku gotinên Pekîn xeteriya li ser jiyana siyasetmedarên Kurd derdikeve holê û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta Elman a Federal.Jelpke ya hgeman demê berdevka karê hundir a Partiya Çep e, herî dawî bang li hikûmeta federal a di bin serokwezîrtiya Angela Merkelde ye kir û got: Divê hikûmeta Federal van gotinan cidî bigire, divê xebatên siyasî yên Kurdan ên hiqûqî yên li welat biparêz e.Heman demê Elmanya wê bi vê yekê peyameke girîng bide rejîma Erdogan. Bersiva herî baş a ji bo xeteriyên ji Tirkiyeyê tên kirin, qanûna salên dirêj in li ser PKK’ê divê bê rakirin.”