Jelpke: Têkildarî hevkarên komkujiya Parîsê divê zext bê kirin

Parlamenta Elman, ji bo kesên ku rola xwe di kuştina sê şoreşgerên Kurd de heye bên eşkerekirin, ji dewleta Elman xwest ku zextê bike. Partiya Çep jî karên hevkarê Guney ê li nava DÎTÎB'ê xiste rojeva meclîsê.

Di 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Kujer Omer Guney ku bi hewldana Kurdan hate girtin, di 17'ê Kanûna 2016'an de li girtîgeha li Fransayê bi rengekî gumanbar mir. Rola hevkarê wî Rûhî Semen ku li Elmanyayê ye, hîn baş nehatiye eşkerekirin.

ANF'ê beriya çend rojan tespît kiribû ku Semen ê li Elmanyayê vegeriya, karên xwe yên li nava DÎTÎB'ê ya ku mîna şaxê MÎT'ê dixebite, ji cihê mayî dewam dike. Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ku beriya niha têkildarî Omer Guney gelek pêşnûmepirs pêşkêşî hikumetê kir û mijarê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku ew matmayî nemaye ku Semen karên xwe yên li nava DÎTÎB'ê dewam dike.

'RASTÎ BI HEWLDANA ÇAPEMENIYA KURD EŞKERE DIBE'

Jelpke li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir, saziya Diyanetê ya dewleta Tirk a li Elmanyayê DÎTÎB bi salan e ji xwe weke yek ji navendên MÎT'ê dixebite. Jelpke anî ziman ku ji sala 2013'an dema pêkhatina Komkujiya Parîsê û vir ve saziyên dewletê yên Elman/Fransayê bêdeng in, rastî jî bi hewldana çapemeniya Kurd eşkere dibin û lêpirsîn jî bi vî rengî dimeşe.

Jelpke bi bîr xist ku kujer Omer Guney demeke dirêj li Elmanyayê dima, di nava komên neteweperest ên Tirk de cih digirt, lewma lêpirsîna komkujiyê û eşkerekirina hevkarên Guney, karê hêzên ewlekariyê û dadgeriya Elman e û bang li dewleta Elman kir ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê.

'HETA KU ZEXT NEYÊ KIRIN DADGERÎ NAKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Jelpke ragihand ku ji bo eşkerebûna rola kesên tevlî bûyera kuştina sê şoreşgerên Kurd bûne divê zext li dewleta Elman bê kirin û got, "Bi fikar im ku heta zexta raya giştî nebe, dadgeriya Elman nakeve nava liv û tevgerê." Jelpke bi bîr xist ku sîxurên MÎT'ê yên beriya niha sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd plan dikirin, bi hewldana medya Kurd û bi zexta raya giştî eşkere bûbû.

AKBÛLÛT LI HEVKARÊ KUJER SEMEN PIRSÎ

Di vê navberê de Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî hevkarê kujer Guney Rûhî Semen ku pêwendiya xwe bi DÎTÎB'ê re eşkere bû, xist rojeva Meclîsa Federal. Gokay Akbûlût bi vê armancê pêşnûme pirsek pêşkêş kir û pirsî ku hewldana revandina Omer Guney ji girtîgehê jî di nav de yekîneyên ewlekariyê yên Elman haya xwe ji rola Semen a di komkujiyê de heye yan na.

Di pêşnûme pirsê de her wiha li ser Rûhî Semen ev pirs hatin kirin; Li ser daxwaza Fransayê îfadeya wî li Elmanyayê hate girtin yan na? Têkildarî wî lêpirsînek heye yan na? Tirk e yan jî welatiyê Elman e? Pêşnûme pirsa ku ji 9 pirsan pêk tê, tê payin ku rojên bê ji aliyê hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel bê bersivandin.