Hunko: Elmanyayê ji bo êrişa li ser Garê rê da Tirkiyeyê
Parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hunko diyar kir, êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Elmanyayê pêk hat.
Parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hunko diyar kir, êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Elmanyayê pêk hat.
Parlamenterê Meclîsa Federal a Elman û Alîkarê Serokê Koma Çep a Parlamenta Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Têkel a Ewropayê (MPTE) Andrej Hunko li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêma Garê ku di 10'ê Sibata 2021'ê de dest pê kir û 14'ê Sibatê di encama bexwedana gerîla de neçar man vekişin, têkildarî rola Elmanyayê ya di vê êrişê de nirxandinên balkêş kir.
Hunko ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ku di encamê de 13 êsîrên di destê HPG'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêdana Elmanyayê pêk hatiye. Hunko got, "Bi dîtina min, Tirkiyeyê plana operasyonê pêşkêşî Elmanyayê kir û dema ku nerazîbûnek lê nehate kirin, yekser xiste meriyetê."
'GELEK NÎŞANE HENE KU NÊRÎNA MIN PIŞTRAST DIKIN'
Parlamenterê Elman Hunko bi bîr xist ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar hefteyek beriya operasyona leşkerî ya dewleta Tirk hat Berlînê, bi hempîşeya xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbaûer re hevdîtin kir û bi ihtimaleke mezin plana operasyonê di vê hevdîtinê de kete rojevê.
Hunko got, "Herdu aliyan ragihandin ku ew ji hevdîtin li Berlînê kêfxweş in. Ev yek nîşan dide ku rejîma Erdogan destûr û erêkirin ji Elmanyayê wergirtiye. Her wiha çend hefte beriya hevdîtina herdu wezîran, wezîrên karên derve yên herdu welatan Maas û Çavûşoglû li hev kom bûn. Piştî vê hevdîtinê jî herdu wezîran wêneyên samîmî kişandin û diyar kirin ku Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêkên bi dewletên Rojavayî re gavan diavêje û li benda pêşketnê ne. Gelo di berdêla çi de biryar li ser destpêkirina pêvajoyeke wiha hate dayin? Bêguman ev yek nîşan dide ku Tirkiyeyê di mijarekê de destûr wergirtiye."
'BÊDENGIYA ELMANYA Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ BALKÊŞ E'
Andrej Hunko ku di heman demê de Alîkarê Serokê Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal e, bal kişand ser bêdengiya Elmanyayê û Yekîtiya Eworpayê ya pitî êrişa li ser Garê û got, "Elmanyayê û Yekîtiya Ewropayê bi ti awayî di asteke bilind de operasyon şermezar nekir, daxuyaniyek bi vî rengî nedan, bêdeng man. Ev yek jî nîşan dide ku haya wan ji vê êrişê hebû."
Hunko bi bîr xist ku li ser pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser naveroka hevdîtina Akar û Kramp-Karrenabûer hate ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser rewşa li Sûriye û Iraqê hatine nirxandin.
Hunko anî ziman ku ev agahî tê wê wateyê ku plana êrişa li ser Garê ya Duhokê ku bi rengekî fermî di nava sînorên Iraqê de ye, bi awayekî neyekser hatiye nirxandin û diyar kir ku ew vê bersivê têrker nabînin, ji hikumeta Merkel dixwazin ku agahiyên berfireh bide. Hunko ragihand ku divê hem Elmanya hem jî Yekîtiya Ewropa di asta herî bilind de vê êrişê şermezar bikin û got, "Em timî dibêjin, careke din bêjim; Eger Elmanya naxwaze êrişên bi vî rengî careke din bibe divê bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê."