BI DÎMEN

Hunermendên Kevana Zêrîn ji bo meşa 17'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin

Hunermendên Kevana Zêrîn ji bo tevlîbûna meşa ku 17’ê Sibatê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, bang kirin û ev peyam dan: “Em jî weke deng û hunermendên we, weke her carê li gel we bin.”

17’ê Sibatê di saet 11.00’an li bajarê Koln ê Elmanyayê wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî bê lidarxistin. Hunermendên Kevana Zêrîn ji bo tevlîbûna vê meşê bang kirin.

Peyama hunermendan bi vî rengî ye:

Bermal Çem: Ev 25 sal in li ser Rêber Apo û civaka Kurd tecrîdeke giran heye, her diçe ev tecrîd girantir dibe. Ji bo şikandina vê tecrîdê 17’ê Sibatê di saet 11.00’an de wê li Koln’ê bi tevlîbûna bi sed hezaran meşek girseyî bê lidarxistin. Em bang dikin ku gelê me, dostên me jî 17’ê Sibatê di wê meşê de amade bin.

Beser Şahîn: Wek hûn jî dizanin û dişopînin, tevahî li seranserê cîhanê û bi taybetî li Ewropa gelê Kurd di nav çalakiyan de ne. Bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd re azadî û naskirina statuya gelê Kurd çalakî tên lidarxistin. Çalakiya herî mezin 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin. Bi sed hezaran Kurd ji bo Rêberê xwe, ji bo siberoja xwe wê bên ba hev. Em jî weke deng û hunermendên we, wê weke her car li gel we bin. Em ê li ser dikê cihê xwe bigirin.

Denîz Deman: Rêber Apo ji bo jiyaneke azad û ekolojîk, çareseriya herî rast pêşkêş dike. Lewma divê hemû mirovahî ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava hewldanan. 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê wê ji bo Rêber Apo çalakiyeke dîrokî bê lidarxistin, tu jî beşdarî vê çalakiya dîrokî bibe.

Leyla Ekîncî: Ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Li hemberî vê bêhiqûqî û bêedaletiyê ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe, werin em 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi hevdû re bimeşin.

Nûarîn: 17’ê Sibatê li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo wê çalakiyek were lidarxistin. Em bang li hemû gelê xwe û welatparêzên ku li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîda li ser wî tevlî vê çalakiyê bibin.

Ozgur Işik: 17’ê Sibatê li bajarê Kolnê ji bo komploya li ser Rêber Apo bê şermezarkirin, meşeke girseyî tê lidarxistin. Em weke jinên Kevana Zêrîn bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê meşê bibin.