Hrant Dînk li Parîsê hate bîranîn

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê li Tirkiyeyê di 19'ê Çileya 2007'an de hate kuştin, li Parîsê bi çalakiyekê hate bîranîn.

Di salvegera 12'an a kuştina rojnamevan Hrant Dînk de, li keştiya Penîche Anako bi çalakiyekê hate bîranîn.

Di civîna bîranînê de fîlmê anîmasyonê yê bi navê "Ti tarîtî nikare bide jibîrkirin" ê Huseyîn Karabey hate nîşandan.

Aram Kerovpyan bi navê komeleya Penîche axivî û li ser karê komeleyê agahî parve kir.

Anako weke yek ji 12 kesên dawî yên gelekî mezin ê Amazonan tê naskirin. Penîche Anako ji bo bibe dengê jibîrkiriyan, ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Ermenî CSCRA ve hate avakirin. CSCRA jî di sala 1920'î de ji bo alîkariyê bide mirovên ji ber qirkirina Ermenan mane û penaberên din ji aliyê aliyê doktoran, parêzeran û kesayetên din ve hate avakirin.