HPG: Li Heftanînê û Çelê 13 leşker hatin cezakirin

HPG'ê ragihandin ku li Heftanînê û Çelê di çalakiyên gerîla de yên li dijî artêşa Tirk a dagirker, 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di çalakiyên gerîla de yên navbera 2-5'ê tîrmehê 13 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

"2'ê Tîrmehê saet 21:00 û 4'ê Tîrmehê saet 14:30'î hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyên sûîqestê kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin cezakirin.

3'ê Tîrmehê saet di 12:30'î de û 4'ê Tîrmehê saet di 10:30 û 15:00 de hêzên me yên YJA Starê li mintiqeya Tepê Tunelê yê qada Şeşdarayê, li dijî dagirkeran rêzeçalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

5'ê Tîrmehê (îro) saet di 02:30'î hêzên me li qada Tepê Dupişkê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Ji sê baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin.

Îro her wiha saet di 06:00 û 07:00 de hêzên me li dagirkerên li qada Tepê Dupişkê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

5'ê Tîrmehê saet di 06:40'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Sor a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeper û stargehên li baregeha dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper û çekeke giran a A4 hatin rûxandin, 4 leşkerên dijmin jî hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi obus û hawanan bombardûman li herêmê kirin."

Di daxuyaniya HPG'ê de her wiha li ser êrişên hewayî yên 4'ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kirin, agahî hatin dayin. Li gorî daxuyaniyê 4'ê Tîrmehê saet di 10'an de qada Dirê ya herêma Avaşînê, saet di 13'an de qada Derarê ya herêma Metîna û saet di 15'an de jî qadên Goşinê û Kolit ên herêma Xakurkê bi balafirên şer ên Tirk hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehat.