Bêhna zembûrê ji çiyê tê

Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin.

ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Fîlozofekî gotibû 'Mirov mir'. Mirov mir ji ber ku darek mir; xweza hate kuştin.

Em li ber zinar in. Em ê niha xwe ji zinêr berdin ser rê. Bi vê rêyê zanim. Berê tê re derbas bûbûm, lewma pê zanim. Ji xwe ji ber vê ji zinêr natirsim. Dilê mirovan rehet e ku dema zanibe rêyek li ber wê heye. Ev yek nîşan dide ku rê dewam dike. Tiştekî balkêş e ku dema mirov li ser zinêr be. Carna dawî ye, carna jî dibe destpêkek. Tu bişemite tu yê jê bikeve, tu neşemite û bimeşe hingî tu yê xwe bigihîne rêyên nû.

HER RÊYEK LI ÇIIYÊ RÊYEK ÇALAKIYEKÊ YE

Sê gerîlayên ku min daye dû wan, bi barekî zêdeyî 20 kîloyî yê li ser pişta wan, bi lez ber bi kampan ve dimeşin. Di demsaleke bi vî rengî de her gav, her liv û tevger, her rê mîna rêyeke çalakiyê ye, her barek dibe darbeyeke mezin û li dagirkeran dikeve. Ew bi lez dimeşin, ez jî bi rengekî westiyayî hem li xwezayê dinihêrim hem jî bi bayê hênik bedewiya xwezayê tehm dikim. Dema ku ber bi jor ve dimeşim bêhn tê ber min û berê xwe didim ezmên. Ev bedewiya bêhempa mîna ku ji aliyê wênesaz ve hatiye neqişandin. Ji rengê tarî û sor ê ewr tê fehmkirin ku hindik maye roj biçe ava.

NIKARE VÎ EZMANÎ PARVE BIKE

Di cih de disekinim, min serê xwe ber bi ezmên ve bilind kiriye. Ji nişka ve dengek tê guhê min; gerîlayeke jin a ku li benda min sekiniye dibêje 'Heval tu ê?'. Gerîlayê mêr ê li kêlekê jî dibêje 'Tu careke din bi ku ve çû heval? Were, were winda nebe'. Berê min hîn jî li ezmên e. Ev ahengiya rengan a ku gewr û sor tevlîhev bûne, dişibe kelekekê. Yên pê zanin ji xwe zanin; kelekek vala li deryayê mîna dergûşekê kil dibe. Rengên li ezmên jî hemû kil bûn, piştre jî veguherîn rengê şîn. Bi fikrê ku careke din dibe ku vê bedewiyê nebînim, li binê darekê rûniştim û vê carê min çavên xwe hîn bêhtir vekir û li ezmên nihêrî. Tiştekî ecêb e, mirov nikare vî ezmanî parve bike.

QUNTAREK BI SERANSERÎ ŞEWITÎ YE

Bêhnek tê min, bêhna zembûr û ya dû ketiye nava hev. Radihêjim çenteyê xwe û didim pey gerîlayan ku bi lez di ber min re derbas bûn. Bêhn hîn jî tê min, her ku diçe zêde dibe. Rê diguhere, du quntar xuya dikin. Di nava herdu quntaran de dû bi ser daran dikeve. Serê xwe berjêr dikim, dibînim ku gelek darên zembûrê yên biçûk hatine şewitandin. Kezwan û hîn gelek cûreyên darên din. Qad şewitî ye!

Ji gerîlayan hîn dibim ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombekirin. Seranserê quntarekî kesk e, pinpinîk difirin, gêrîk dikevin hêlîna xwe, kulîlkên bi rengê mor û zer şîn bûne, serî hildane, li benda hilatina rojê ye ku ji nava guliyên daran xuya bike. Quntarek bi seranserî şewitî ye; daran xweliya pelên xwe berdane ber koka xwe.

Dara Kezwanê gelekî li ber xwe da; pelên wê yên reş dişibin mûyê şewitî, hem jî weşiyane nava axê. Guliyekî wê hîn jî ji bo kesk bimîne li ber xwe daye. Xelkê Başûr bi van kezwanan debara xwe dike. Wan kom dike, dihêre û debara xwe pêk dike.

Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin.