HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
12'ê Mijdarê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
13'ê Mijdarê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dan ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di çalakiyê de derb li kepçeyekê hate xistin û hewldanên çêkirina rê ya dagirkeran hate rawestandin.
14'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirkeran dar dibirîn, bi sekvaniyê li wan hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Saet di 13:15'an de li hemberî dagirkerên ku dar dibirîn careke din çalakiya sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.
14'ê Mijdarê saet di 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer destwerdan hate kirin û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
12, 13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Sinînê, Berbizinê, Qele 11 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Reşîd 4 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 4 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
13 û 14'ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 19 caran; bi giştî 25 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."